Li Şirnexê bi sedan kes ji bo aştiyê meşiyan 2025-09-01 20:52:05   ŞIRNEX -Li Şirnex û bi sedan kes bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşiyan.  Di çalakiyan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li pêvajoyê kirin.   Li navenda Şirnex di nav de palementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Şirnex, endamên û rêveberên saziyên civaka sivîl û sedan welatiyên li ber avahiya KESKê kom bûyîn bi pankarta, ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’ meşiyan. Di meşê de diruşmên, ‘ Bijî aştî’ , ‘Jin jiyan aştî’ hatin berzkirin.   Piştî ku girse gehişt qada Emerê Ereb ji aliyê Hevserokê TUHAD-FED’ê yê Şirnex Aydin Denîz daxuyaniya hat xwendin.  Aydin Deniz bal kişand ser şerên li tevahiya cîhanê pêk tê û wiha axivî; “1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cihanê ku piştî Şerê Cihanê yê Duyem hat ragihandin, ji bo gelên ku dixwestin wê tarîtiyê li paş xwe bihêlin, semboleke berxwedana li dijî faşîzmê bû. Lê belê, wekî ku Birêz Abdullah Ocalan ev bi salan e ku balê dikişîne ser, îro em dibînin ku mirovahî di girdavên Şerê Cihanê yê Sêyem de ye. Qeyrana pergalê ya sermayeya gerdûnî û şerên parvekirina emperyalîst jîngehên gelan vediguherînin meydanên şer.”