‘Aştî bi azadiya Rêber Apo misoger dibe’ 2025-09-01 22:13:18   NAVENDA NÛÇEYAN -Şêniyên Qamişloyê di meşa 1’ê Îlonê de peyama "Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve misoger dibe" da.   Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek li dar xist. Meş bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Qamişloyê, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî beşdar bûn.   Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.   Meş li Çerxarêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nameya Rêber Apo ya bi boneya 1’ê Îlonê bi zimanê Erebî ji aliyê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Darşîn Xelîl û bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Kongra Star Bêrîvan Omer ve hat xwendin.   Li ser navê PYD’ê Telet Yûnis axivî û got: "Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê em silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Di vê qonaxa dîrokî ya hesas de Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û civaka demokratîk bangeke dîrokî kir. Misogeriya vê bangê jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e. Bêyî azadiya wî ya fîzîkî ti pirsgirêk çareser nebin û pêşketin çênebin."   Piştre li ser navê Kongra Star Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî  ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl axivî û got: "Îro Roja Aştiya Cîhanê ye. Lê mixabin heta roja îro me ti aştî di cîhanê de nedîtiye. Wêrankirin, koçberkirin, qetilkirin û şer heta roja îro berdewam dikin."   Şaha Xelîl bi vê boneyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got " Rêber Apo xwediyê felsefeya aştî û civakek demokrat e. Em ê têkoşînê bidomînin heta wî ya fîzîkî bi dest bixin."   Mîtîng bi dirûmeya " Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.