Ji bo gelê Kurd bang: Li dijî qirkirina daran li Bestayê çalakî 2025-09-08 09:05:41   AMED - Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li herêma Bestayê ya Şirnexê didome di 9-10’ê îlonê de bi pêşengiya DEKUP’ê wê nobet û çalakî pêk bê. Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Taybet Bîlgî der barê çalakiyê de bang kir û got: “Divê gel vê zilmê qebûl neke; rê nedin dagirkeran.”   Qirkirina ekolojiyê ya parçeyek polîtîkayê şerê taybet a li Kurdistanê tê meşandinê roj bi roj bi aliyên cuda dertên pêşberî me. Li herêma Bestayê ya Şirnexê ku qirkirina ekolojiyê didome, bi destê leşker û cerdevanan daristan tê şewitandin û dar tên birîn.   Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li herêma Bestayê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) bi dirûşmeya ‘ji qirkirina ekolojiyê re rê tune, em li dijî talana xwezayê dimeşin’ wê di 9-10’ê îlonê de li herêma Bestayê nobet û meş pêk bê.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Taybet Bîlgî der barê çalakiya ku wê pêk bê de bang kir.   ‘Gel neçar ma ji ber van polîtîkayan koç bikin’   Taybet Bîlgî da zanîn ku qirkirinên ekolojîk yên tên kirin polîtîkaya valakirina bajaran e û got ev polîtîka ne tenê gundan di heman demê de hemû gelên li bajaran jî hedef digire. Taybet Bîlgî wiha dirêjî dayê: “Dixwazin gel ji jiyana xwezayî dûr bigirin û tune bikin. Piranî cotkar û kedkaran ji polîtîkayan darbe girtin. Heta îro bandora wê didome. Gelê li gundan dijîn neçar dimînin ji ber van polîtîkayan koç bikin. Gundiyên dixwazin vegerin malên xwe bêyî destûra walîtiyê nikarin vegerin. Li gorî saetên walîtiyê diyar kiriye diçin rez û baxçeyên xwe. Ji 2017-2018’an heta niha li Şirnexê ev qetilkirin tê kirin. Ev jî nîşan dide ku gel ji warê wan dûr bixin."   ‘Bi hinceta petrolê Gabarê talan dikin’   Taybet Bîlgî daxuyakirin ku petrolan dikin hincet û Çiyayê Gabarê talan dikin û ev tişt bi lêv kir: “Ava dora Gabarê qedyaye. Çêkirina bendavan her diçe zêde dibe. Ev rewş dibe sedema talana xwezayê û tengbûna qadên jiyanê. Li herêmê dar nehiştine. Em ji Walîtiyê dipirsin dibêjin bi armanca paqijiyê tên birîn. Ev darên tên birîn dişînin metropolên Tirk û qereqolan. Bêguman ên herî zêde bi bandor dibin jî sewal û mirov in.”   ‘Divê gel vê zilmê qebûl neke’   Taybet Bîglî destnîşan kir ku qadên jiyana xwezayî yên herêmê qet nemane û wiha berdewam kir: “Bi qirkirina xwezayê re hewaya bajar guherî. Şirnex ji bajarên din germtir e. Sedema vê jî tunekirina xwezayê ye. Nexweşî zêde bûne. Ji ber vê divê gel xwedî li xweza û ava xwe derkeve. Divê gel vegerin gundên xwe û vê zilmê qebûl neke, rê nede talankeran.”   Li dijî qirkirina daran bang   Taybet Bîlgî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser çalakiya ku wê 9-10’ê îlonê de bê kirin û wiha bang kir: “Em ê di 9-10’ê îlonê de ber bi Bestayê ve bi hevserokên DBP û DEM Partiyê, 30 parlamenterên xwe re meşekê pêk bînin. Dîsa wê li Amed, Êlih, Sêrt û Mêrdînê wê bi hemû sazî û dezgeyan re meşeke gel pêk bê. Em ê saet di 13.00’ê de li Qada Cumhuriyetê bên gel hev û ber bi Kahweya Omer û ji wir jî ber bi Bestayê ve bimeşin. Em banga tevlibûnê li hemû gelê xwe dikin.”