Ji ‘Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye’ hevdîtina aştiyê 2025-09-13 18:53:16   STENBOL- Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya min bi Aştiyê Heye’ hvdîtina jinan pêk hat Û di hevdîtinê ji bo mayîndebûna aştiyê li ser girîngiya têkoşîna jinê sekin.    ‘Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya min bi Aştiyê Heye’ li Parka Yogurtçu ya Kadikoy a Stenbolê bi dirûşmeya ‘ji bo aştiyê hevdîtina jinan’ bername pêk anî. Bi sedan kes tevli bernameyê bûn û filamayên ‘jin jiyan azadî’, ‘ji bo aştiyê hevdîtina jinan’ hatin daliqandin. Ji bo jinan stand hatin avakirin û j bo zarokan jî atolyeyên boyaxê û forum pêk hatin.  Hûnermendên NÇM, KASED û FKÇ’ê derketin ser dîkê.   Ji  ‘Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya min bi Aştiyê Heye’Dîdem Nur Acabey axaftinek kurt kir û da zanîn ku ji bo mayîndebûna aştiyê, civakîbûna aştiyê divê têkoşîn bê dayîn û di vir de têkoşîna jinan girînge. Dîdem Nur Acabey daxuyakirin ku wê ji bo aştiyê, ji bo civakîbûna aştiyê têbikoşin.   Ji  ‘Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya min bi Aştiyê Heye’ Selîn Aydingolu Unal jî diyar kir ku wê ji bo daxwazên xwe têkopşînê bidomînin.   Jinan di forumê de fikr û nêrînên xwe anîn ziman û bi sernavên cuda yên daxwazên aştiyê nîqaş berdewam kirin.   Hevdîtin bi stranên hunermendan bidawî bû.