Derbarê şewata li Dîlovasiyê 11 kes sewkî edliyê kirin 2025-11-11 14:42:41   KOCAELÎ - Di şewata li navçeya Dîlovasiyê 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî şewata li febrîqeyê 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.    Li navçeya Dîlovasiyê ya Kocaeliyê di şewata febrîqeya kozmetîkê de 6 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê têkildarî şewatê di 8’ê Mijdarê de lêpirsîn da destpêkirin û 11 kes hatin binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên binçavkiriyan ên li emniyetê temam bûn. Ji kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, xwediyê kargehê K.O, kurê wî Î.O, biraziyê wî A.A.O. û bersûc G.G, G.B, H.E, A.O.A, O.Y, O.A, G.D. û A.O. sewqî Edliyeya Gebzeyê hatin kirin.