ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaran ji partiyên siyasî re name şand 2025-11-11 15:41:45     Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê  piştî daxuyaniya derbarê endama xwe Hatice Onaran, ku nexweşa girtî ye, nameyek ji partiyên siyasî yên xwedî komên parlementoyê re şand.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li ber avahiya komeleyê ya li navçeya Beyoğlu ya Stenbolê derbarê endama xwe ya girtî de Hatice Onaran daxuyaniyek da. Piştî daxuyaniyê, nameyek ji partiyên xwedî komên parlementoyê re hat şandin. Di daxuyaniya ku gelek parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn, pankartek bi nivîsa "Bila zexta darazê ya li ser parêzvanên mafên mirovan bi dawî bibe! Hatice Onaran ne bi tenê ye" hate hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşma "Girtiyên nexweş berdin" berz kirin.   Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergis Şahîn a ku daxuyanî xwend bi bîr xist ku Hatîce Onaran ji ber ku di çarçoveya xebatên komeleyê de alîkariya madî daye girtiyên nexweş û xizan, bi sûcdariya “Fînansekirina terorîzmê” hate darizandin û 4 sal û 2 meh cezayê hepsê lê hate birîn. Hatîce Onaran ji 10’ê Cotmeha 2024’an û vir ve, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê tê ragirtin.   Meral Nergis Şahîn destnîşan kir ku Onaran 60 salî ye, ji sedî 79 astengdar e û girtiyeke nexweş e ku tedawiya kansera kolonê dîtiye. Meral Nergis Şahîn bang kir ku demildest Hatîce Onaran were berdan.   Piştî daxuyaniyê endamên ÎHD’ê, derbarê rewşa Hatîce Onaran name ji partiyên siyasî yên Meclîsê re şandin.