
Li Wanê mirina jinekê a bi gûman
- 14:34 14 Gulan 2025
- Rojane
WAN - Dilber Artuç a 50 salî li Wanê li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Dilber Artuç (50) ku li gundê Mizrevê yê navçeya Qelqelî ya Wanê dijiya, cenazeyê wê li mala lê dijiya hate dîtin. Piştî agahdarkirinê, li cihê bûyerê komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Di mudaxileya ewil de hate tespîtkirin ku Dilber Artuç ku 10 zarokên wê hene, jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Dilber Artuç ji bo otopsiyê rakirin Navenda Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.
Li gorî agahiyên ji saziyên jinan hatine bidestxistin, di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de li navenda Wanê û navçeya Qelqeliyê herî kêm 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.