
'Zimanê me çermê laşê me ye'
- 09:05 15 Gulan 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê dan zanîn zimanê mirovan hebûna wan e û wiha got:"Bi hezkirin û mereq em perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînin. Em gelek şanaz in, em ê bi rêka van perwerdeyan nifşekî kurdewar û zana mezin bikin. Zimanê me çermê laşê me ye."
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê di nava meclis û komînên taxê de ji bo parastina zimanê Kurdî û bipergalkirina perwerdeyên bi zimanê kurdî perwerde tê dayin. Ev perwerde di hefteyê de du caran û her carekê sê demjmêran tê dayin. Ya herî balkêş ku ne tenê Kurdên taxê perwerdeyê dibînin lê belê pêkhateyên Ereb jî tevlî dibin û bi mereq û hezkirin fêrî ziman dibin.
Fatme Naso û jina ji pêkhateya Ereb a bi navê Mufîde Zihêratî bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ser fêrbûna zimanê Kurdî, girîngiya wê nirxandin kirin.
'Zimanê me hebûna me ye'
Fatme Naso da zanîn ew perwerdeya bi zimanê Kurdî dibîne da ku zarokên xwe fêr bike û wiha pê de çû:"Ev demeke ez derbasî perwerdeyên fêrkirina zimanê Kurdî dibim ji bo min perwerdeya bi zimanê Kurdî gelek girîng û cihê şanaziyê ye. Çimkî dema ez fêr dibim ez bi hêsanî dikarim bi zarokên xwe re bibim alîkar û wan ber bi zanistê ve bi rê bikim. Îro dema mirov xwedî li zimanê xwe dernekeve wê nikaribe xwedî li çand û nasnemeya xwe derkeve. Zimanê me hebûna me ye."
'Zimanê me çermê laşê me ye'
Fatme Naso got ziman çermê laşê mirov e û wiha dom kir:"Zimanê me ji bo me weke çermê canê me ye ku bi carekê ji me nayê veqetandin. Di nava dîroka gelê Kurd de ji bo parastina çanda kurd a ji qirkirinê gelek rewşenbîrî fedakarî kirin weke Celadet Elî Bedirxan ku weke şopdarê vê dîrokê bû. Ji bo pêşxistina zimanê Kurdî kedek pir mezin dan. Dema ku îro jî em bi zimanê Kurdî dixwînin em rêça wan dişopînin û divê em bi carekê dest ji vê dozê bernedin."
'Jin hem dayik e û hem jî dibistana bi pêşxistina nifşa ye'
Fatme Naso da tekezkirin ku ew bi israr fêrî zimanê xwe dibin û wiha got:"Heya roja îro gelek planên dijminan bi armanca dûrxistina me ya ji çand û zimanê Kurdî hatine meşandin lê me li hemberî wan bi israra xwe ev doz dewam kirin û me ev rêç berneda. Îro erka herî mezin dikeve ser milê jinê. Divê jin zarokên xwe li ser bingeha fêrbûna bi zimanê Kurdî bide perwerdekirin ji ber ku jin hem dayik e û hem jî dibistana bi pêşxistina nifşa ye."
Fatme Naso axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derheqê ziman de dibêje, 'Civaka xwe gihandibe ziman bûye xwediyê sedema herî bi hêz a jiyanê.' Îro jî em li ser bingeha pêkanîna felsefeya Rêbertî xebatê didin meşandin û kurdewariya xwe didin parastin."
Ji ber fêrbûna zimanê kurdî kêfxweş e
Di heman demê de dayika 50 salî ya bi navê Mufîde Zihêratî ku ji pêkhateya Ereb e hestên xwe bi ajansa me re parve kir û wiha got:"Ev demeke ku ez perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînim. Her ku ez beşdarî waneyên Kurdî dibim ez gelek kêfxweş dibim û her hewldanên min çêdibin ku ez sûdê ji vî zimanî bigirim û bi derdorê re parve bikim. Têkiliya min a bi gelê Kurd a di taxê de hişt ku ez hez bikim ku fêrî zimanê wan jî bibim."
Temenê wê ji fêrbûna kurdî re nabe asteng
Mufîde Zihêratî da tekezkirin ku temenê wê yê mezin li hember hezkirina wê ya fêrbûna bi zimanê Kurdî nabe asteng û wiha dom kir:"Îro temenê min 50 salî derbas dike lê belê mereq û hezkirina min a fêrbûna bi zimanê Kurdî pêşî li hember astengiyan digire. Ez gelek ji xwe bi hêvî me ku ez ê bigihêjim astên herî bilind û ez ê sûdê bigirim."
'Em deyndarê Rêbertiya xwe ne'
Di dawiya axaftina xwe de Mufîde Zihêratî hezkirina xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rê kir û got:"Em deyndarê Rêbertî ne. Ez spasiya hemû kesên ku piştgiriya min kirin her wiha ez silav û hezkirinên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi rê dikim. Wî piştevaniyeke xurt da jinê. Hebûna jinê di her qad û warî de bi saya piştgiriya Rêbertî pêş ket. Em deyndarê Rêbertiya xwe ne."