
Ji Amedê bang: Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji bo aştiyê gav
- 10:01 19 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Dayikên Aştiyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bila hikûmet berpirsyariya avakirina aştiyê bigire ser milê xwe kirin.
Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, PKK’ê ragihand ku ew ê di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe pêk bînin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê encamên kongreyê di demeke kin de bi raya giştî re bên parvekirin. Li gel biryarên di 12’ê Gulanê de ji raya giştî re hatin ragihandin, her wiha hate ragihandin ku her du rêveberên damezrîner ên rêxistinê jiyana xwe ji dest dane.
Piştî van geşedanan li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes beşdarî bîranîna ku duh li Amedê hat lidarxistin bûn.
Jinên ku beşdarî bîranînê bûn ji JINNEWS’ê re axivîn û der barê pêvajoyê de hest û ramanên xwe parve kirin.
‘Hemû zarokên me ne’
Dayika Aştiyê Sitkiye ku têkildarî pêvajoyê daxwaza aştiyê kir got: "Leşker, polîs û PKK'yiyên me hemû zarokên me ne. Divê her kes rabe ser piyan, hemû gel û dayik bibin yek. Bila quştin çênebe. Em aştiyê dixwazin. Hemû kesên mirine zarokên dayikan in."
'Baweriya me bi hikûmetê tune ye'
Dayika Aştiyê Aycan Metîn jî ev tişt anî ziman: "Ez aştiyê dixwazim. Ne dayikên gerîla û ne jî yên leşker bila xemgîn nebin û negirîn. Êdî bes e, em pir giriyan. Me gav avêt, niha divê hikûmet gavekê biavêje. Em baweriya xwe bi hikûmetê naynin, gava ku gavê bavêjin em dikarin bi wan bawer bikin. Êdî bes. Penaberên ku hatine welatê me kargehên xwe vedikin zimanê xwe bi kar tînin. Lê em li welatê xwe nikarin bi zimanê xwe biaxivin, li her derê li ser me zext hene. Bila zimanê kurdî fermî bibe. Ji bo aştiyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din bên berdan.
'Em aştiyê dixwazin'
Dayika Aştiyê Hamîde Akbaş jî wwiha axivî: "Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Hemû girtiyên me serbest bên berdan. Em îro ji bo aştiyê li vir kom bûne. Xwedê alîkariya me bike. Em dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bijîn."