Dayika Aştiyê: Divê dewlet demildest gavê bavêje

  • 09:05 23 Gulan 2025
  • Rojane
STENBOL - Dayika Aştiyê Rewşan Doner derbarê têkoşîna kadroyên pêşeng yên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Rizan Altun û her wiha biryara feshê ya PKK’ê de axivî û got divê dewlet gavê bavêje û wiha got: “Berpirsyarî êdî li ser milê dewletê ye. Divê demildest gav bên avêtin û pêvajo neyê sabotekirin.”
 
Piştî banga "Aştî û civaka demorkatîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde PKK’ê 12’yemîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshê da. Bandora vê didome. Tevî van pêşketinan dewletê hîna gavek şênber navêtiye. 
 
Her wiha PKK’ê daxuyand ku kadroyên pêşeng yên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun jî jiyana xwe ji dest dane. Serokê TBMM’ê Numan Kurtulmuş  pêşniyar kir ku bi navê ‘Stratejiya Tirkiyeyê ya Bêteror a Sedsala Nû ;Komîsyona Piştevanî û Yekitiya Neteweyî’ li meclîsê bê avakirin. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî got divê komisyonek ji 100 endamî û 16 partiyên siyasî pêk tê avakirin. Li meclîsê gavek çawa bê avêtin hîna ne diyar e. 
 
Dayika Aştiyê Rewşan Doner der barê mijarê de axivî.
 
‘Em ê têkoşîna wan bidomînin’
 
Rewşan Doner da zanîn ku ew li bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzdarin û got: “Bila serê gelê Kurd û Abdullah Ocalan sax be. Em Gelê Kurd deyndarê Alî Haydar Kaydan û Riza Altun in. Em bi têkoşîna wan heta îro hatin. Kurd êdî li her derê cîhanê tên zanîn. Bi saya têkoşîn awan gelê Kurd dikare bêje nasname, ziman û çanda min heye. Em soz didin wan heta dawiya jiyaa xwe em ê têkoşîna wan bidomînin.”
 
‘Têkoşîn nû destpê dike’
 
Rewşan Doner bi lêv kir ku têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altun wê  ji bo têkoşîna wan bibe mînak û wiha daxuyand: “PKK 52 sale têkoşînê dimeşîne. Dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd şer dikir, ji bo gelê Kurd got ‘terorîstin’.  Piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" a serokatiyê PKK’ê agirbest îlan kir û biryara feshê da. Êdî kes nikare bêje ku PKK terorîst e. PKK bi qasî zêr, bi qasê avê paqije. Ev nîşanê her kesî daye. PKK’ê fesh kir lê têkoşîn nû dest pê dike. Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Divê her kes vê derfetê baş bikar bîne. Divê dewlet demildest gavê bavêje. Divê ev pêvajo neyê sabotekirin.”