'Ji bo demokrasiyê guhertin şert e'

  • 09:06 23 Gulan 2025
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Li Tirkiyeyê ku jin xwe ewle hîs nakin, fikara pêşerojê a ciwanan heye û mafê zimanê kurdî nayê nasîn, welatî diyar dikin ku sedema hemû pirsgirêkan demokrasî ye û gotin hewcedarî bi fikrek nû heye.
 
Li Tirkiyeyê jin xwe ewle hîs nakin û ciwan fikara pêşerojê dijîn. Jin diyar dikin ku ji bo aramî û başiyê hewce bi demokrasiyê heye û divê fikrek nû hebe. Jinan gotin divê azadiya fikr û ramanê pêk bê, newekhevî bi dawî bibin.
 
‘Betalî li pêş me asteng e’
 
Xewndekara moda tasarimê Aden Alanoglu da zanîn ku dema dest  bi zanîngehê kiriye di nava demê de hêviyên wê yên der barê pêşerojê de têk çûne û qada pîşeya der barê beşa wan de her diçe kêm dibe. Aden Alanoglu wih avegot: “Li aliyekî fabrîqeyên tekstîlê tên giritn. Aborî her diçe xera dibe. Betalî bandorek neyînî dike.  Em dibêjin em çi bikin û em difikirin berê xwe bidin întertenê. Ji ber em di saziyekê de bixebitin jî têr nake. Bi vê aboriyê em nikarin xanî kirê bikin. Em xwe azad hîs nakin. Der barê pêşerojê defikarên me hene. Naveroka perwerdehiyê vala bûye. WElatê me biha ye. Karsaz berê xwe didin welatên din. Di navbera dewlet û gel de têkiliyek înteraktîf tune ye.”
 
‘Pirsgirêka mezin newekheviye’
 
Xwendekara lîseya Fransî Ruzgar Uygun jî destnîşan kir ku demokrasî tê wateya ku her kes wekhev bibin xwedî maf û mafên xwe bikar bîne ye û got: “Yek ji pisgirêka herî mezin a li welat, newekheî ye. Em vê li dibistanê jî hîs dikin. Em hewl didin wek ciwan dengê xwe bilind bikin. Ji bo xwendekarên jin lixwekirina şal qedexe ye. Em di sermayê de jî etek li xwe dikin.Ji bo perwerdehiyek baş bigirim min dibistana Fransî tercîh kir. Ji bo perwerdehiyek baş bigirim min dibistana derveyê welat tercih kir. Xwezî perwerdehiyê têr bikira. Lê mufredat têr nake. Li gorî min guherî bi ciwanan wê pêkan be. Lê ji ber demokrasî tune ye guherîn jî tune ye."
 
‘Em xwe azad hîs nakin’
 
Xwendekar Nîl Sakarya jî wiha got:”Demokrasî ji bo jiyanek wekhev, ji bo wekheviya zayendî, ji bo aramiya civakê ferz e. Bi taybet jinên ciwan xwe azad hîs nakin. Ez her tim xwe di rewşa parastinê de hîs dim. Çawa êvar dibe ez dibêjim biçim malê. Desthilatdarî baweriyê nade. Gumanbar nayên cezakirin. Cesaretê digirin. Ji ber civak tê tirsandin bêdeng dimînin. Dema li ser çapemeniya civakî parvekirinekê dikim dengê xwe derdixim dibêjin tu nikarî derkevî derveyê welat.  Çalakî mafê herî xwezayî ye. Hewce bi fikrên nû heye. Divê ev desthilatdarî biguhere.”
 
‘Ewlehiya me tune ye’
 
Karker Ezulet Gokmen jî destnîşan kir ku civakek demokratîk bi wekheviya gelan û azadiya fikr û ramanê pêkane û wiha dirêjî dayê: “Ez 44 aslî me.  Kesên entelektuel jî bi zextên civakê re tên rû hev. Ez wek dayikekê li dijî gelek zextant êdikoşim. Dema derdikevim kolanê ditirsim. Ez tu partiyek siyasî naparêzim. Dem dem partiyên nêzî xwe dibînim. Ez li welat xwe di alî aborî û psîkolojîk de ewle hîs nakim.”
 
‘Dewlet divê mafê ziman bide’
 
Karkera malê Sakîne Kaygisi jî da zanîn ku di temenê biçûk de ji Mêrdînê bar kirine Îzmîrê û ji ber vê zimanê xwe Kurdî baş nizane û got: “Zarokên min jî zimanê xwe kêm dizanin. Ji ber Tirkî zimanê xwe baş niznain. Ger her es bi zimanê xwe bijî wê demokrasî jî pêkan be. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.”
 
Esnaf Kadriye Acar ya li Kadîfekaleyê dijî da zanîn ku ew Kurd lê zimanê xwe bi saya Kurdên ji Sûriyeyê hatine fêr kiriye û got: “Zarokên min qet niznain. Mirov zimanê xwe bizanibin wê baş be. Divê biz iman perwerde bê dayîn. Em aştiyê dixwazin. Em aştiyek bi rumet dixwazin.”