
Li Qamişlo û Girkê Legê bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
- 15:23 29 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Qamişlo û Girkê Legê meş hatin lidarxistin. Bi hezaran kes meşiyan û diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gava esasî ya aştiyê ye.
Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de li Qamişlo û Girkê Legê meş lidar xistin.
Qamişlo
Bi sedan kes ji şêniyên bajarê Qamişloyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, meclisên sivîl û Kongra Star ji Çerxerêya Sonî heya Çerxerêya Sebi Behrat meşiyan. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Li Çerxerêya Sebi Behratê piştî deqeya rêzgirtinê endama Însiyatîfa Gel a Qamişloyê Şêraz Hemo axivî û got: "Dewletên komploger di 27 salan de hewl da îradeya gelên azad û şoreşa jinan têk bibin. Lê girêdana gel bi welat ve ew têk birin."
Şêraz Hemo anî ziman ku Abdullah Ocalan banga avakirina civakeke demokratîk, azadî û wekheviya di navbera hemû gelan de dike û got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gava bingehîn a ber bi aştiya rasteqîn ve ye."
Şêraz Hemo di dawiya axaftina xwe de got: "Em jin pêkanîna perespekîfên Rêbertî yên ji bo jin û gel wek berpirsyariyeke dîrokî li ser milê xwe dibînin."
Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan bi dawî bû.
Girkê Legê
Li bajarê Girkê Legê jî bi tevlêbûna şêniyên Girkê Legê, Rimêlan, Til Koçer û Çilaxa meşek girseyî hat lidarxistin.
Girseyê wêneyên Abdullah Ocalan hilda bûn û pankartên "Dema dema azadiya Rêbertî ye" vekirin û ji Qada Şehîd Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kir.
Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Hevserokê Meclisa PYD’ê ya kantona Cizîrê Mihemed Ebdurehman axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan tevî mercên giran ên ragirtinê, hewldanên xwe yên ji bo çareseriyê didomîne. Diyar e ku bêyî pêşniyarên wî tu çareserî ji aloziyên li herêmê re nin in. Êdî nabe ev pêşniyar werin paşguhkirin."
Mihemed Ebdurehman anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwazeke sembolîk nîn e, lê ji bo aştiyê rastiyeke bûye pêwîstiyek.
Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Çilaxa Firyal Qesûm jî got: "Em hemû pêkhate ji bo daxwaza azadiya fîzîkî yê Rêbertî îro li vir kom bûne ku bi fikir û felsefeya xwe hezkirin û jiyana hevbeş di me de ava kiriye."
Firyal Qesûm ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir û got" Azadiya fîzîkî ya Rêbertî kilîta çareserkirina kaosên Rojhilata Navîn e."
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.