Sedema zêdebûna qetilkirinên jinan: Polîtîkayên bêcezahiştinê

  • 09:06 19 Tîrmeh 2025
  • Rojane
MERSÎN - Çîgdem Goksoy derbarê cînayetên jinan yên zêde bûne de axivî û got: “Em rêxistinên jinan ji bo polîtîka bêcezahiştinê bidawî bibe têdikoşin.”
 
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbar tên xelatkirin. Ev jî rê li ber zêdebûna cînayetan vedike. Nêzîkatiya darazê pir caran bêcezahiştina gumanbaran encam dibe.
 
Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Goksu der barê mijarê de axivî.
 
‘Yek ji sedemên tundiyê zêde dike aboriye’
 
Çîgdem Goksu daxuyakirin ku her roj jin tên qetilkirin û tundî zêde dibe û got: “Sedema vê polîtîka bêcezahiştinê û sedemên aboriyê ne. Sedemên aboriyê tundiyê zêde dikin. Sala malbatê ya hatiye îlankirin ji bo jin û zarokan bi xetere.Jin her tim dibin mijara bazarê ya siyasetê. Ev jî destkeftiyên hatine bidestxistin şûnde dixîne. Em vê bi feshkirina Peymana Stenbolê dikarin bibînin. 6284 jin û zarokan diparêze. Ev jî herî dawî veguhertin mijara bazarê. Îlankirina sala malbatê jî wek qanûnek bi xeter li pêş meye.”
 
Qanûn pêk nayên
 
Çîgdem Goksu destnîşan kir ku beriya feshkirina Peymana Stenbolê jî titşên pêwist nedihatin cih û wiha anî ziman: “Qanûnên wek 6284 yên malbatê diparêzin hene lê ji xwe qet pêk nayên. Em vê ji xwe di parastinên dadgehan de bi saziyan re nîqaş dikin. Pêvajoya dadgehê ya Peymana Stenbolê û qanûna 6284 afirand  biryarên Peymana Stenbolê bûn.”
 
‘Divê vegerin Peymana Stenbolê’
 
Çîgdem Goksu der barê dozên li Mersînê de jî axivî û got encamên girîng yên her dozekê ji bo dozên din dibe mînake. Çîgdem Goksu balkişand ser  pêvajoyên dadgehê yên Pinar Bayrak û Seher Aktekîn yên ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve hatine qetilkirin û wiha dirêjî dayê: “Em dipên ku cînayetên jinan ji polîtîkayên bêcezahiştinê xwedî nebin. Em pêvajoyek qanûnî ya ku gumanbar tên darizandin, dipên. Bila mafê jinan di pakêtên darazê de neyên sînokirin. Divê vegerin Peymana Stenbolê û bi bandor pêk bê.”