‘Li dijî qirkirina Elewiyan em ligel jinan e’

  • 19:27 19 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye li dijî êrişên dijî êrîşên HTŞ’ê  banga piştevaniya bi jinên Elewî re kirin.
 
Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye daxuyanî da û êrişên li Sûriyeyê yên li hemberê jinan şermezar kir. di çalakiyan de banga piştevaniya bi jinan re hat kirin.
 
Stenbol
 
Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye  li dijî êrîşan li taxa Teşvikiye ya Stenbolê li ber Seferatxaneya Stnebolê ya Komara Ereb a Sûriyeyê daxuyanî da.
 
Li ser navê girseyê Gulyeter Aktepe daxuyanî xwend.Piştî xwendina metnê, daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
 
Hatay
 
 Li navçeya Defne ya Hatayê jî Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heyet li dijî êrîşan li ber Lîseya Anadolu ya Necmî Asrufoglu daxuyanî hat dayîn. Gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Hulya Kavuk axivî û da zanîn ku lidijî qirkirina Elewiyan  têdikoşin û got: “Bedena jinan her tim bûye qada şer a mêran.Em vê normal nakin. Em ji bo jiyana xwe têdikoşin. Em li dijî kolekirin, firotina jinan wê li qadan bin. Em banga piştevaniya bi jinên Elewî re dikin.”