
'Em bi berxwedana Durziyan re ne'
- 09:03 23 Tîrmeh 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên li Helebê têkildarî êrişên li ser Durziyan a li Siwêdayê wiha gotin:"Xelkê Siwêdayê îro li hember sîstema HTŞ'ê û çeteyan serî rakirine. Bi çeka xwe parastina axa xwe dikin ev yek ji bo me cihê rêz û hurmetiyê ye, îro em weke jinên Kurd piştevaniya xwe bi hemû jin û gelên ku li hember qirkirinê serî hildidin dikin û em berxwedana wan pîroz dibînin."
Piştî ku HTŞ'ê serweriya xwe li ser gelek deverên Sûriyeyê da ferzkirin qirkirinên entîkî, çandî û nasnemeyî da destpêkirin. Gelek komkujî derheqê pêkhateyên di Sûriyeyê de kir weke Elewiyên li peravê, Durzîyên li Siwêdayê, gelek kes bê sûc tên kuştin lê gelên Siwêdayê bi jin, ciwan, kal û pîrên xwe çek li dijî çeteyên HTŞ'ê rakirine û li berxwe didin.
Li Sûriyeyê kiryar dewam dikin
Ji Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) Ferîhe Ehmed axaftina xwe ji ajansa me re parve kir û wiha pê de çû:"Em kiryarên ku niha derheqê pêkhateyên Sûriyeyê de tên kirin bi tundî şermezar dikin. Piştî 14 sal ji alozî û şer û bi hilweşîna rêjîma Baas'ê hêviya me ew bû ku rewşa Sûriyeyê ber bi aramiyê ve biçe û bi awayekî adil were birêvebirin lê belê ji berê xirabtir bû ji ber ku heya roja îro kiryarên derveyî mirovî derheqê gelê me yên Sûriyeyê û bi taybet derheqê Elewiyan li perava Sûriyeyê û niha jî derheqê Durziyan li Siwêdayê tê berdewamkirin."
'Em berxwedana gelê Siwêdayê pîroz dikin'
Di dewamiya axaftina xwe de Ferîhe Ehmed da diyar kirin ku li Sûriyeyê welatî tên kuştin û wiha got:"Xelkê Siwêdayê îro li hember sîstema HTŞ'ê û çeteyan serî rakirine. Bi çeka xwe parastina axa xwe dikin ev yek ji bo me cihê rêz û hurmetiyê ye, îro em weke jinên Kurd piştevaniya xwe bi hemû jin û gelên ku li hember qirkirinê serî hildidin dikin û em berxwedana wan pîroz dibînin."
'Bi sîstema şoreşa Rojava wê demokrasî pêk were'
Ferîhe Ehmed da diyar kirin ku hemû gel dikarin sûdê ji şoreşa Rojava bigirin û wiha domand:"Îro şoreşa Rojava dikeve 14 saliya xwe, divê hemû gelên Sûriyeyê cihê xwe di nava vê şoreşê de bigrin her wiha şêwaza xweparastin û xwebirêxistinkirinê ji xwe re weke bingeh bigrin, encax bi vê sîstemê Sûriyeya nû demokratîk were ava kirin."
'Sûriye bi yekîtiya gel wê were avakirin'
Ferîhe Ehmed banga xwe ji bo tevahî gelên Sûriyeyê kir ku destê xwe bikin yek û wiha got:"Banga min ji bo tevahî gel û jinên Sûriyeyê heye ku destê xwe bikin yek yekîtiya xwe bidin avakirin û li hember xwînrijandinê bibin bend, êdî bes e ji qurbaniyên di nava Sûriyeyê de, çimkî wê Sûriye bi yekîtiya gelên wê were avakirin. Divê hikumeta demkî, rêxistinên mirovî û partiyên siyasî li Sûriyeyê bi erk û berpirsiyariya xwe rabin û pêşî li van komkujiyan bigrin."
'Kiryarên li Siwêdayê lûtkeya nemirovbûnê de ne'
Di heman demê de Endama Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) Zeyneb Elî jî nerazîbûna xwe li hember pêkanîna şerê etnîkî anî ziman û wiha pê de çû:"Îro li hember kuştin û pêkanîna komkujiyên derheqê Durziyên li Siwêdayê de em weke jinên Kurd bertek û nerazîbûnên xwe didin nîşandan. Îro kuştina jin, mêr, zarok û ixtiyaran li Siwêdayê kiryar e ku di lûtkeya nemirovbûnê û dûrketina ji sincê cihê xwe digire."
'Bi zîhniyeta DAÎŞ'ê tevdigerin'
Zeyneb Elî da zanîn ku hikumeta nû li şûna avakirinê bûn hêza hilweşînê û wiha dom kir:"Îro piştî ku rêjîma Baas'ê hat hilweşîn HTŞ bi çeteyên xwe cihê xwe di Sûriyeyê de girtin û wan ji sîstema Baas'ê xirabtir kirin û bi carekê nebûn bend a li hember kuştina mirovan lê zêdetir bûn qatilên mirovbûnê. Kesên ku bi zihniyeta DAÎŞ'ê tevbigerin wê nikaribin Sûriyeke bi ewle ava bikin."
'Em sekna gel pîroz dikin'
Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Elî piştgirî da xelkê Siwêdayê û wiha got:"Îro em weke gelê Kurd jin û mêr li tenişta hevdu şerê van sîsteman didin meşandin her wiha li Siwêdayê jî gel rabûye ser piyan û çete êrişên tund li wan dikin, em sekna Durziyan pîroz dikin û piştgiriyê didin wan. Ev sîstema nû dixwazin bi zihniyetek Osmanî şerê xwe li ser van gelan bidin berdewamkirin lê bi tekoşîna gel wê ev yek pêk neyê û wê ji wan re bimîne xeyal."