
'Ji bo avakirinê polîtîkayên perwerdeyê alavek xurt e'
- 09:02 27 Tîrmeh 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Ji Însiyatîfa Jinan a Ji Bo Aştiyê Sîmge Yardim got ‘Ji bo avakirinê polîtîkayên perwerdeyê alavek xurt e’ û daxuyakirin ku divê mufredata perwerdeyê li gorî avakirina aştî û civaka demokratîk pêk bê.
Însiyatîfa Jinan a Ji bo Aştiyê çend roj beriya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê de hat avakirin û xebatên xwe li her qadê didomînin.
Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Sîmge Yardim der barê xebatan de axivî.
‘Me îradeya xwe ya aştiyê ji civakê re îfade kir’
Sîmge Yardım destnîşan kir ku jin ji bo aştiyê bi salan e têdikoşin û balkişand ser îradeya aştiyê ya jinan a di 8’ê Tîrmehê de li ber meclîsê nîşan daye û got: “Em wek însiyatîf 8’ê Tîrmehê li ber meclîsê bûn. Daxwaza bi israr a ji bo aştiyê derket holê. Bi jinan re motîvasyonek xurt derketiye holê. Li ber meclîsê bang li meclîsê hat kirin. Me îradeya xwe ya aştiyê îfade kir.”
‘Divê jin bibin kirde’
Sîmge Yardim daxuyakirin ku herî zêde hewcedariya jinan bi aştiyê heye û got: “Yên herî zêde ji şer bi bandor dibin jin in. Em bi krîzek pir alî re rû bi rû ne.Yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Divê herî zêde jin dengê xwe bilind bikin. Yek ji mînaka herî girîng Dayikên Aştiyê ne. Bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Têkoşîna wan gelek bi nirx e. Di 8’ê Tîrmehê de jin bi motîvasyonek xurt ji Enqereyê veqetiyan. Divê jin di vê pêvajoyê de bibin kirde.”
‘Em tiştên dişibin hev dijîn’
Sîmge Yardim di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Motîvasyona ku jin anîn gel hev û rêxistin hevparbûna di nasnameya jinê de ye. Ji dîrokê de ye jin bi newekheviyên mezin re tên rû hev. Jin di jiyanê de heman tiştî dijîn. Di her qada jiyanê de heman tişt tên jiyîn. Jin tên qetilkirin, qanûn mêran diparêzin. Ji ber vê jî jin di hişmendiya vê de ne û xwe bi awayekî xurt bi rêxistin dikin. Jin li dijî qetilkirinên jinan, ji bo aştiyê tên gel hev. Yên ku bersiva herî xurt bidin Banga Aştî û Civaka Demokratîk jin in. Hem bi gotin hem bi çalakî û hem jî bi xebatên xwe peyama herî xurt didin.”
‘Ji bo polîtîkayên perwerdeyê alavek xurt e’
Sîmge Yardim ku di însiyatîfa aştiyê de, di heman demê de nasnameya wê ya Egîtîm Senê jî heye, got di avakirina civaka demokratîk de divê perwerdehî jî ji nûve bê amadekirin û got: “Di alî polîtîkayên perwerdehiyê de jî hewcedarî bi têkoşînek xurt heye. Ev ne tenê sendîka yan jî Egîtîm Sen, divê hemû civak têkoşîna vê bidin. Perwerdehiyeke ku ziman, nasname û baweriyan tune dike heye. Ji ber vê jî divê di vê pêvajoya ku aştî û civaka demokratîk tê nîqaşkirinê de, perwerdehî jî bê destgirtin û di serî de jî divê pergala perwerdehiyê bê avakirin. Ji bo avakirina polîtîkayên perwerdeyê alavek xurt e. Divê mufredata perwerdeyê li gorî avakirina aştî û civaka demokratîk pêk bê.”