Li Amedê bi hezaran kes ji bo aştiyê meşiyan

  • 18:31 1 Îlon 2025
  • Rojane
 
AMED –Bi hezaran kes li Amedê di meşa 1’ê  Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de, daketin kolanan û daxwaza aştî, azadî û çareseriyeke demokratîk kirin. Di meşê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin û di axaftinan de hat destnîşankirin ku "aştî dê bi têkoşîna gel were" û "divê komîsyon di zûtirîn deme  de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike."
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, ji navçeya Rezan a Amed heta navçeya Yenîşehîrê meşek girseyî pêk hat û bi hezaran kes tevlî bûn. Di nav beşdaran de Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tülay Hatimoğulları, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Gelemperiyê (KESK) Ayfer Koçak, rêxistinên civaka sivîl, CHP, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û bi hezaran kes hebûn.
 
 
Dayikên Aştiyê û jin li pêşiya meşê bûn, pankart û tabelayên bi Kurdî û Tirkî yên bi nivîsên "Ziman, azadî, aştî", "Aştî parastina jinan e, em ji bo civakek demokratîk dimeşin", "Em ji bo zimanê xwe yê dayikê statuyê dixwazin", "Pêdiviya me bi aştiyê heye", "Li her derê Kurdî, her tim Kurdî", "Aştî têkoşînek xurt e" û "Rêbertiya azad mîsogerkirina aşitiyê ye" hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî "Silav, silav ji Îmraliyê/girava aştiyê re", "Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertî", "Bijî Serok Apo", 
 
"Be Serok jiyan nabe" berz kirin.
 
Di dema meşê de, ciwanan posterêk mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û kevok firandin. Di dema vekirinê de jî dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.
 
Piştî meşa ku bi hezaran kes lê kom bûn, girse gihîşt ber  AZC Plaza ya li navçeya Yenîşehîrê ya Ofîsê. Li wir, girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" berz kirin. Hevserokê Bajarê Amedê  yê DEM Partiyê Abbas Şahîn  peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwend.
 
Meş piştî axaftinên siyasetmedaran bi govend û dîlanê bi dawî bû