Mazlûm Ebdî: Heta siberoja Rojava mîsoger be divê piştgirî bidomin

  • 00:52 26 Ocak 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku berxwedana li Rojavayê bandoreke erênî li hêzên navneteweyî kiriye û di heman demê moral daye hêzên wan ên li herêmê û got: “Heta siberoja Rojava mîsoger be, divê piştgiriyên ji bo Rojava nesekinin.”
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî tevlî Bernameya Taybet ya Ronahî TV bû, êrişên HTŞ, DAIŞ û Tirkiyeyê û agirbesta ji bo 15 rojan hatî ragihandin nirxand.  Mazlûm Ebdî anî ziman ku ji bo agirbest bibe mayînde divê berî her tiştî êriş û binpêkirin bê rawestandin.
 
Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku agirbest ji bo veguhestina çeteyên DAIŞ’ê ya ji bo Iraqê hatiye îlankirin û tevî bê jî di serî de li hemberî Kobanê û deverên din êriş dewam dikin. Mazlûm Ebdî diyar kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê êriş bên sekinandin.
 
Mazlûm Ebdî wiha domand: “Di pêvajoya vê agirbestê de hewel didîn ku di pêkanîna gavên şênber yên peymana 18’ê Çileyê de kar dikîn. Ji bo pêkanîna vê agirbestê divê binpêkirinên di agirbestê de bên bidawîkirin. Em girêdayî vê pêvajoyê ne.”
 
Fermandarê HSD’ê Mazlûm Ebdî ragihand ku têkiliyên wan yên bi Hikûmeta Demkî ya Şamê re dewam dikin û got: “Navbeynkar jî ketine nava pêvajoyê, lê hê ti çareseriyeke şênber nehatiye dîtin. Ev piştevanî bandoreke erênî li ser hêzên navneteweyî kiriye, heman demê hêz û moral daye hêzên me yên li qadê. Heta ku siberoja Rojava bikeve garantiyê divê piştevanî neyên rawestandin.”