Xelata BETA ya Hunerên Îranê dê îsal bidin Sîma Bîna 2026-09-01 13:17:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Stranbêj, bestekar û lêkolînera muzîka kevneşopî Sîma Bîna ji bo girtina 16'emîn Xelata Hunerên Îranî ya salane li Zanîngeha Stanfordê, hatiye pejirandin.   Zanîngeha Stanfordê ragihand ku ew ê xelata 16'emîn a salane ya BETA ya ji bo Hunerên Îranî bide hunermend û muzîka kevneşopî Sîma Bîna ku dê di merasîmek di 7'ê Mijdarê de were dayîn.   Rola Sîma Bîna di parastina mîrata hunerî de   Sîma Bîna yek ji dengê herî berbiçav ên muzîka kevneşopî ya Îranî ye. Di seranserê kariyera xwe ya bi dehan salan de, wê stranbêjî, bestekirin û lêkolînên meydanî li ser muzîka herêmên cuda yên Îranê bi hev re kiriye. Xebata wê beşdarî parastina mîrata muzîka herêmî û belgekirina şêwazên wê yên cihêreng bûye. Her wiha tevî sînorkirinên ku di nava Îranê de bi wan re rûbirû maye, Sîma roleke pêşeng di perwerdekirina nifşên nû, bi taybetî jinan, di muzîka kevneşopî de lîstiye.   Dê Sîma Bîna were xelatkirin   Zanîngeha Stanfordê ku dê Xelata BETA ya ji bo Hunerên Îranî de behsa hewldanên dehsalan ên Sîma Bîna di stranbêjî, bestekirin, hînkirin û lêkolînê de kir. Her wiha bi ê pesn xebata wê ya di berhevkirin, belgekirin û parastina muzîka herêmên cuda yên Îranê de da.   Zanîngehê bal kişand ser berdewamiya çalakiyên hunerî yên Sîma Bîna ku tevî sînordarkirinên tund ên li ser jinên ku di qada muzîkê de dixebitin û destnîşan kir ku wê di salên 1980 û 1990'an de atolyeyên muzîkê li dar xistine û muzîka kevneşopî fêrî jinan kir.   Kesên afirîner û parazvanên hunerê her sal tên xelatkirin   Xelata Hunerên Îranî ya BETA ji sala 2008'an ve, her sal tê pêşkêşkirin da ku kesên afirîner ên bi eslê xwe Îranî yên di warê huner û wêjeyê de serkeftî ne xelat bike û ji ber ku di parastina azadiya hunermendan a afrîneriyê de rolek lîstine wan xelat bike.