Zarokan ji bo Abdullah Ocan wêne xêz kirin 2026-11-21 15:25:59   ÊLIH - TJA'yê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de ji bo ku ji Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan re bişînin bi zarokan re çalakiyê xêzkirina wêneyan li dar xist.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Baharê (NÇB)  re li Êlihê di çarçoveya Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi zarokan re çalakiya xêzkirina wêneyan li dar xist.   Beriya çalakiyê bi zarokan re stran hatin gotin.   Zarok wêneyên ku xêz bikin dê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin.