HRANA: Di 46 rojan de 216 jê zarok 6 hezar û 506 kes hatine qetilkirin 2026-02-12 11:23:39   NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê ragihand ku di 46 rojan de li Îran û Rojhilatê 6 hezar û 506 xwepêşander ku 216 ji wan zarok in, hatine kuştin û 52 hezar û 941 kes jî hatine girtin.   Xwepêşandanên ku di 28'ê Kanûna 2025'an de li Tehrana paytexta Îranê dest pê kirin û li hemû bajaran belav bûn, di roja 47'an de berdewam dikin. Pêla komkujî û girtinan a rejîma Îranê ya bi armanca tepeserkirina xwepêşandanan jî berdewam dike.    Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) di raporeke xwe de bîlançoya xwepêşandanên di roja 46'an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne, eşkere kir. Li gorî rapora HRANA'yê, hejmara giştî ya miriyan 7 hezar û 2 ye. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 214 kes jê hêzên rejîmê ne, 66 kes jî sivîl in ku beşdarî xwepêşandanan nebûne. Di raporê de tê gotin ku 6 hezar û 506 kes ku 216 ji wan zarok in, ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tohmeta beşdarbûna xwepêşandanan hatine kuştin. Di raporê de tê destnîşankirin ku 11 hezar û 730 bûyerên mirinê hîn jî di bin lêpirsînê de ne û hejmara sivîlên birîndar wekî 25 hezar û 22 hatiye ragihandin. Her wiha tê gotin ku 52 hezar û 941 kes hatine girtin ku 136 ji wan xwendekar in û 11 hezar û 51 kes ji bo îfadeyê hatine gazîkirin. Wekî din, rapor destnîşan dike ku hejmara vîdeoyên ku di bin navê "mikurhatinê" de ji aliyê çapemeniya alîgirê rejîmê ve hatine belavkirin, gihîştiye 337'an.