Li Hindistanê destdirêjiya zayendî li 3 rojnamevanên jin hat kirin 2026-10-04 12:22:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Delhiya Nû ya Hindistanê 3 rojnamevanên jin ên ku xwepêşandanên xwendekaran dişopandin, ji aliyê polîsan ve rastî destdirêjiya zayendî hatin.   Li Hindistanê 3 rojnamevanên jin ên ku di 3’yê Cotmehê de xwepêşandanên xwendekaran dişopandin, rastî destdirêjiya zayendî ji aliyê polîsan ve hatin.   Rojnamevanan diyar kir ku Cîgirê Komîser Vivek Bhagat bi israr da zanîn ku dema wan bûyer dişopandin rastî destdirêjiyê hatine, lê polîsan giliyên wan tomar nekir. Ji ber zexta zêde ya raya giştî, rayedarên bicihanîna yasayê neçar man ku îfadeyên rojnamevanan bigrin û piştî li nexweşxaneyekê ji muayeneyên bijîşkî derbas bûn, giliyên wan tomar kir.   Ger gilî encam negre dê xwepêşandan belav bibin   Rojnamevanên jin îro gilînameyek li polîsên Delhiya Nû tomar kirin. Daîreya Polîsan a Delhiya Nû, di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de parve kirî de wiha got: “Sê rojnamevanên jin derbarê bûyera ku di 3’ê Cotmeha 2026’an de di xwepêşandana li herêma Delhiya Nû qewimî de îdiayên destdirêjiya zayendî anîn ziman. Daîreya Polîsan a Navçeya Delhiya Nû gilî wergirtine û ji bo kar û barên din şandine Şaxa Sûc a li Bazara Kamla (Crime Branch).”   Hevberdevkê Partiya Gel a Zirkêtk (CJP) Saurav Das, têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku polîs tawanbarên destdirêjiyê diparêzin. Saurav Das da zanîn ku ger gilî encamek nede, xwepêşander dê vegerin qereqola polîsan.   Damezrênerê CJP Abhijeet Dipke da zanîn ku ew ê di 10’ê Cotmehê de ji bo protestokirina tundiya polîsan a li dijî çalakvanan û êrîşên li ser rojnamevanên jin, dakevin kolanan.   Ne êrîşa yekem e   CJP demek dirêj e li Hindistanê li dijî rêziknameyên qeydkirina dengdêran ên nakok xwepêşandanan dike. Di nav daxwazên CJP de îstifaya Serokê Komîsyona Hilbijartinê Gyanesh Kumar jî heye. Bi hezaran ciwanên Hindî yên ku beşdarî xwepêşandanan bûne hatine binçavkirin û bi dehan kes jî hatine girtin. Heta niha, bi dehan giliyên ku polîs rêbazên îşkenceyê bikar tînin û xwepêşanderan tacîz dikin hene. Lê belê, hê jî agahiyek zelal ka gelo yek ji van gilînameyan bûye doz an na, tune ye.   Çima Zirkêtk   Li Hindistanê, xwendekar piştî zêdebûna mesrefên xwendinê, mesrefên zêde yên ezmûnan û eşkerekirina firotina hin pirsên ezmûnan, li seranserê welêt dest bi xwepêşandanên protestoyî kirin. Partiya Gelê Zirkêtk navê xwe ji danasîna Seroka Dadgeha Bilind a Hindistanê Surya Kant digire ku ciwanên bêkar û têkoşer wek ‘Parazît û Zirkêtk êrîşî pergalê dikin’ bi nav dike digre. ‘Tevgera Zirkêtk’ ku bi lez û bez bi milyonan kes rêxistin kirin, paşê bû partiyek siyasî bi navê Partiya Gelê Zikêtk (CJP). Her çend hîn li Komîsyona Hilbijartinê ya Hindistanê nehatibe tomarkirin jî, partî di nav muxalefeta Hindistanê de bûye hêzek girîng.