Li Mexrîbê daxwaza yasayek serbixwe ya li dijî tundiya dîjîtal 2026-11-26 13:22:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrgeha Neteweyî ya Parastina li dijî Tundiya Dîjîtal destnîşan kir ku jin bi rêya tacîz, şantaj û naveroka sexte ya bi hêza sûnî, tên hedefgirtin û banga derxistina yasayek taybetî li dijî şîdeta dîjîtal kir.   Çavdêriya Neteweyî ya Parastina li dijî Tundiya Dîjîtal, daxuyaniyek bi boneya destpêkirina kampanyaya 16 Rojên Çalakiyên li dijî Tundiya Li ser Bingeha Zayendî weşand. Çavdêriyê bal kişand ser zêdebûna tundiya dîjîtal a li dijî jinan û daxwaza derxistina yasayek serbixwe ji bo têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal kir.   Sazîyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bûyerên wan tomar kirine, di qadên dîjîtal de zêdebûnek di cureyên tundiyê yên li dijî jinan, eşkere dikin. Ev cureyên tundiyê, tacîza serhêl, şantajên dîjîtal, şopandin û çavdêriya jinan a bêyî razîbûna wan in. Çavdêriyê destnîşan kir ku siyasetmedar, nûnerên jin ên bijartî û jinên ku di qada giştî de çalak in, di demên dawî de rastî kampanyayên reşkirinê û êrîşên dîjîtal hatine. Çavdêriyê hişyarî da ku êrîşên bi vî rengî dibin amûrek ji bo tepeserkirina jinan û astengkirina beşdarbûna wan a di jiyana giştî de.   ‘Jin ji qadên dîjîtal vedikişin’   Daxuyaniyê her wiha bal kişand ser xetereyên ku ji hêla zekaya sûnî ya afirîner ve têne çêkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hilberîna materyalên eşkere yên cinsî û rûreşker bi rêya zekaya sûnî ku ji naveroka rastîn cudakirin dijwar e, jinan dike ber encamên psîkolojîk, civakî û aborî. Her wiha hat diyarkirin ku hêsaniya hilberîna naveroka wiha, belavbûna wê ya bilez û zehmetiya pêşîgirtina li belavbûna wê, dibe sedema ku jin ji qadên dîjîtal dûr bikevin û tenê bimînin.   Çavdêriyê, daxwaza derxistina yasayek taybet û serbixwe ji bo têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal kir û daxwaz kir ku bikaranîna xelet a îstîxbarata sûnî û çêkirina deepfake (wêne û vîdyoyên sexte) ku jinan hedef digirin, wekî sûc bê hesibandin. Di daxuyaniyê de her wiha bal kişand ser pêwîstiya hêsankirina parastina delîlên elektronîkî, xurtkirina mekanîzmayên parastinê ji bo qurbaniyên şîdeta dîjîtal, dabînkirina piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî, civakî û garantîkirina gihîştina edalet, çarenûs û derfetên rehabîlîtasyonê.   Banga têkoşîna hevbeş dikin   Çavdêriyê ragihand ku divê ji bo platformên dîjîtal avakirina mekanîzmayên serlêdan û gilîkirinê yên bilez mecbûrî be, banga zêdekirina kampanyayên hişyariyê li ser hemwelatîbûna dîjîtal û ewlehiya sîber kir da ku mekanîzmayên destwerdana sazûmanî bên damezrandin ku bi pêşketinên teknolojîk re hevaheng bin.   Çavdêriya Neteweyî ya Parastina li dijî Tundiya Dîjîtal daxuyaniya xwe bi wê yekê bi dawî kir ku ew ê xebata xwe ya ji bo şopandin û belgekirina binpêkirinên dîjîtal, parêzvaniya kesên bandordar û piştgiriya qurbaniyan bidomîne. Çavdêriyê bang li hemû sektoran kir ku ji bo jin û keç bikaribin azadiya xwe ya derbirînê bikar bînin û bêyî tirsa şîdeta dîjîtal an jî heqaretê beşdarî jiyana giştî bibin, bi hev re bixebitin.