Lêgerîna çareseriya demokratîk (5) 2026-02-13 09:08:37   Xweseriya aborî ya ekolojîk û komunal    Leyla Ayaz   NAVENDA NÛÇEYAN - Sîstema netew dewlet a modernîteya kapîtalîst bi bêparkirina civakê ji azadiya wê ya aborî, koletiya bi mûçeyên kêm û artêşeke bêkaran diafirîne; lêbelê, Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan çareseriyê di xweseriya aborî ya ekolojîk û komunal a neteweyek demokratîk de dibîne.   Pirsa herî krîtîk a ku îro tê nîqaşkirin ev e: Civak çawa dikare ji koletiya aborî bireve? Dewleta neteweyî wekî amûra herî bingehîn a desthilatdariyê derdikeve pêş ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve tê bikar anîn da ku herî zêde qezenc û komkirina sermayeyê bi dest bixe. Ev sîstem azadiya aborî ya civakê ji holê radike, koletiya bi mûçeyên kêm û artêşek bêkaran diafirîne; civaka Kurd şahidiya formên herî dijwar ên vê zilmê kiriye.    Perspektîfa neteweya demokratîk li dijî vê wêneyê tekez li ser xweseriya aborî dike. Ev model, ku li ser bingeha pîşesaziya ekolojîk û aboriya komunal e, li ser bingeha vegerandina kontrola civakê li ser amûrên xwe yên hilberîn û bazarên xwe ye. Di parêznameya 5’an de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di beşa "Neteweya Demokratîk û Xweseriya Aborî" de dibêje, "Xebat azadî ye; erd û daristan qadên herî pîroz ên xebatê ne." Di beşa 5’an a dosyayê de, me cih da nirxandinên Abdullah Ocalan a li ser vê mijarê.    Abdullah Ocalan, da zanîn ku amûrê modernîteya kapîtalîst ê desthilatdariyê dewleta netewe ye û wiha bi lêv kir: “Bi vî amûrî kara herî zêde bi dest dixe û pê li ser aboriyê  serdestiya xwe pêk tîne. Ev amûr nebe nikare kara zêde bi dest bixe û nikare sermayeyê kom bike. Di dîroka şaristaniyê de li asteke herî jor talana ekonomîk û li ser bingehekî diyar ê rewa pêkhatina wê îfade dike. Eger têkiliya wê bi awayekî rast bi kara herî zêde û daneheva sermayeyê re rast neyê analîzkirin, danasîna rast a dewleta netewe nayê kirin.    Sîstema desteserkirinê ya li ser aboriyê    Mirov dewleta netewe bi tenê weke sîstemeke zor û desthilatdariyê nikare bide naskirin. Desthilatdariya dewletê kengî weke neteweya dewlet hat birêxistinkirin dibe modernîteya kapîtalîst, nexasim kara wê ya herî zêde û daneheva wê ya sermayeyê dikare pêk bê. Ev tê wê maneyê, di tevahiya dîrokê de li ser jiyana aborî ya civakê serdestiya dewleta netewe di warê desteserkirina nirxmayeyê herî zêde de gihiştiye payeya herî li jor a dewletê û dewleteke bi vî rengî pêk hatiye. Bi milletperestî û welatperweriyê cîla dike, bi perwerdeyê dike mîna xweda û berdide nava mûrehkên civakê û bi vî awayî sîstema desteserkirinê ya li ser aboriyê rewa dike.    Rûyê wan ê rastî nas bike   Hiqûq, polîtîka aborî, dîplomasî û têgîn, teorî û saziyên li qadên din têne pêkanîn hemû bi heman armanca rewakirinê radibin. Bi kara herî zêde re li ser qada aboriyê teroreke dijwar tê meşandin û ev dike ku civak li aliyekî bi nanozikê bixebite û mehkûmî karkeriya bi heqdestiyê bibe, li aliyê din jî beşekî mezin ê civakê dike artêşa bêkaran. Koletiya bi heqdestiyeke kêm û artêşa herî mezin a bêkaran, encamên xwezayî yên kara herî zêde, dewleta netewe û îndustriyalîzmê ne. Ji bo ev hersê hêmanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst pêk bên, divê azadiya civakê ya li ser jiyana aborî ji holê rabe, mehkûmî koletiya bi heqdestê bibe û ne ev bi tenê, divê beşekî mezin ji civakê bibe artêşa bêkaran û koletiya jinê ya bêheqdest an jî bi kêm heqdestî pêk bê. Kapîtalîzm bi giştî zanistên civakî, bi taybetî jî zanista polîtîka aboriyê ji bo rastiyên em behsa wan dikin xuya nekin û wan berevajî bikin weke mîtolojiyan pêk tîne, lewma divê mirov ti carî ji wan bawer neke û rûyê wan ê rastî nas bike.”   ‘Bi heqdesta herî kêm hatiye xebitandin’   Abdullah Ocalan, “Li dinyayê belkî jî civaka Kurd û Kurdistanê yek ji mînakên sereke ye, sê hemanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst li ser jiyana wê ya aboriyê heta bigihîje qirkirina çandî sîstemeke talanê ava kiriye, mêr û jinên wê kirine artêşeke mezin a bêkarên bi heqdesta herî kêm dixebitin. Dewletên netewe yên serwer bi şerê taybet ê yekalî qirkirina çandî ya sergirtî û domdar dimeşînin hewl didin Kurdistanê ji welatbûnê derxin. Ya rastî, dîroka dused salên dawî li ser vî bingehî dîroka ji welatbûnê derxistinê ye û di nava têgîna dewletên netewe ya ‘tek welat’ de helandin e. Ji bo civaka Kurd ev dîrok tê wê maneyê, hatiye asîmîlekirin û bi tevkujiyan re rûbirû bûye, bêkar hatiye hiştin û bi heqdesta herî kêm hatiye xebitandin û ji ber vê jî azadiya wî ya li ser jiyana ekonomîk ji destê wî hatiye stendin û di encama vê de ji hev belav bûye, bûye mîna eşayayekî û ji xwebûnê derketiye. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de li ser civaka Kurd mêtingerî, asîmîlasyon, tevgerên fethê, tevgerên talan û dagirkeriyê hatin meşandin û kengî sê hêmanên sereke yên modernîteya kapîtalîst (talana kara herî zêde, zilma dewleta netewe, bi riya teknolojiya îndustriyalîzmê zirar û ziyan) li van zêde bûn, di encama qirkirina çandî de bû civakeke wisa ku tirsiya li xwe xwedî derkeve.    Bi nanozikê dixebite   Civakeke ku li ser aboriyê (aboriya di dîrokê de cara pêşî hatiye avakirin û mirovatî xwedî kiriye) serdestiya xwe û tercîha xwe ya azad ji dest daye, bi temamî ketiye kontrola cinawirê modern ê sêlingî yê hêmanên biyanî û hevkaran. Bi nanozikê dixebite (mîna masiyê ketibe derziyê) û ev jî nîşan dide ku civakeke ku bi armanca qirkirinê ve hatiye girêdan. Civakeke ku jinên wê yên ekonomî ava kirine bi temamî bêkar in, û xwediyê kedeke bêqîmet in. Civakeke ku mêrên wê ji bo qaşo malbatê li çar aliyê dinyayê belav bûne. Civakeke ku mirovên wê ji bo mirîşkekê û ji bo bihosteke erd hevdu dikujin. Eşkere ye ku ev civak ji civakbûnê derketiye, civakek e ku hatiye hilweşandin û ji hev de ketiye.”   ‘Yan ji civakbûnê derkeve, yan jî bimre’   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyand ku dagirkeriya aborî, dagirkeriya herî bi tehlûke ye û wiha got: “ Dagirkeriya aborî  ji bo xistin, hilweşandin û jihevdexistina civakekê rêbaza herî hov e. Civaka Kurd ji statuyên dewletên netewe yên li ser wan zêdetir, bi sedema ku amûrên wan ên aborî  hatine desteserkirin û kontrolkirin, bêhnçikandî bûne. Piştî ku civakekê kontrola xwe ya li ser amûrên xwe yên hilberandin û bazara xwe ji dest da, mumkîn nîne ku jiyana xwe bi awayekî azad dewam bike. Kurdan ne bi tenê bi giranî kontrola xwe ya li ser amûrên hilberandin û têkiliyan ji dest da; kontrola li ser hilberandin, bikaranîna berheman û bazirganiyê jî ji destê wan hat derxistin. Ya rastî, li ser bingehê înkarkirina nasnameya xwe çiqasî bi dewletên netewe ve bêne girêdan ewqasî dikarin di bazirganî, pîşesazî û bikaranîna malê xwe de rol bigirin. Di warê esîrgirtina aborî, înkarkirina nasname û bêparhiştina ji azadiyê de kirin amûrekî herî bi bandor. Nexasim kargehên yekalî yên li ser kanên petrolê û çeman hatin avakirin bi qasî hebûnên çandî erdên herî bi bereket jî tine kirin. Piştî mêtingeriya siyasî û çandî mêtingeriya aborî ya bêhtir xurtkirin bû derba kujer a dawiyê. Di encamê de nuqteya em gihiştinê dibêje, ‘Yan ji civakbûnê derkeve, yan jî bimre!’.”   Xweseriya aboriyê  modelek   Abdullah Ocalan da zanîn ku sîstema aboriya neteweya demokratîk hem van pêkanînên hov radiwestîne, hem jî kontrola civakê ya li ser aboriyê ji nû ve pêk tîne û wiha behs kir: “Di navbera dewleta netewe û neteweya demokratîk de bi kêmanî li ser xweseriya aboriyê lihevkirin çêdibe; lihevkirinek yan çareseriyeke di bin vê re wê bê maneya teslîmiyetê û maneya ‘tine bibe’. Mirov xweseriya ekonomiyê ber bi serxwebûnê ve bibe, ev tê wê maneyê ku ev ê jî bibe dewleteke din a netewe ku di encamê de ev ‘Yan ji civakbûnê derkeve, yan jî bimre’. Destkişandina ji xweseriya aborî jî teslîmbûna dewleta netewe ya serdest e. Di bingehê naveroka xweseriya abarî de ne kapîtalîzma taybet, ne jî kapîtalîzma dewletê heye.    Demokrasî wê xwe di aboriyê  de nîşan bide, lewma ekonomiya komin û îndustriya ekolojîk esas dibîne. Lewma sînorê ji bo îndustrî, pêşdeçûn, teknolojî, kargeh û milkiyetê tê danîn, di çarçoveya sînorên civakbûna ekolojîk û demokratîk de ye. Di xweseriya aborî de îndustrî, teknolojî, pêşdeçûn, milkiyet û cihûwarbûna bajar û gundan înkara civaka demokratîk û ekolojiyê bikin hingê cih ji wan re tineye. Mirov nikare aboriyê weke qadeke daneheva sermaye û karê li ser pêk bê, bihêle. Xweseriya aboriyê modelek e ku daneheva sermaye û karê lê herî kêm dibe. Tevî ku bazar, bazirganî, cihêrengiya berheman, reqabet û berhemdariyê red nake, serweriya daneheva sermaye û karê qebûl nake. Sîstema malî û fînansê çiqasî ji berhemdarî û karmeşandinê re xizmetê bike wê ewqasî cih bibîne. Ji pereyan bidestxistina pereyan weke mêtinkariyeke herî hêsan qebûl dike û di sîstema xweseriya aborî de ji tîpeke bi vî rengî ya mêtinkariyê re cih nîne.    Xebatên ji bo daristanan, erd û zeviyan qadên herî pîroz in   Xweseriya ekonomîk a neteweya demokratîk xebatê weke zehmetiyekê, weke suxreyekê nabîne, weke çalakiyeke azadbûnê dinirxîne. Pîvana wê ev e, ‘Xebat azadî ye.’ Eger xebat weke zehmetî û suxreyê bê fêhmkirin, ev tê wê maneyê li hemberî kedê xerîbketin heye. Kengî encamên kedê ji azadiya ferd û nasnameya wî re xizmet kir, hingê xebat ê weke çalakiyeke bi bextewarî, bi riza dil û bi kêf û xweşî bê kirin.   Karûbarên aborî yên cih nadin îstîsmarê, di serî de civaka neolîtîk li cem tevahiya civakan bi coşa cejnê hatiye pîrozkirin. Xweseriya aborî ya neteweya demokratîk sîstemek e ku bi wê ev coş careke din pêk tê. Bendavên li ser çemên Kurdistanê hatine avakirin rê li ber tevkujiyeke tam a dîrokê û felaketa ekolojîk vekirine. Xweseriya aborî destûrê nade ti bendava ekolojiyê, erdên bi bereket û dîrokê li ber çav nagire û heta destûrê nade ku li şûna yên temenê xwe temam kirine yên nû bêne avakirin. Eger mumkîn be, di tesfiyekirina wan de texsîr nake. Bi ruhekî tam ê seferberiyê li dijî erozyon û bêdaristanîbûnê ku dijminê mezin ê civak û zindiyan in, radiweste. Parastina axê û bi daristankirina dewrûberê weke cureyekî herî pîroz ê kedê îlan dike û xebatên di van herdu qadan de têrê dike ku bêkarmayîna sedsalan ji holê rake. Çawa ku di dewleta netewe de ji bo daneheva sermaye û karê qada herî pîroz a xebatê qada kara herî zêde ye, li cem neteweya demokratîk jî xebatên ji bo daristanan, erd û zeviyan qadên herî pîroz in ku xebatên di vî warî de tevahiya dîrokê civak li ser piyan girtine.    Erd û daristan nebin jiyana civakî nikare dewam bike   Bêyî kapîtalîzm û îndustriyalîzmê civak dikarin jiyana xwe dewam bikin; lê erd û daristan nebin jiyana civakî nikare dewam bike. Kapîtalîzmê civak ji erd, gund û daristanan qut kir û di bingehê bêkariyê de ev heye. Hêza kar a erzan û kewara bêkaran ji bo kara herî zêde ya kapîtalîzmê her hewce bûn û lewma diyardeyên wisa ne ku bi zanebûn û bi darê zorê hatine çêkirin. Careke din vegera li erd û zeviyan, li daristanan, bi kurtî vegera li jiyana ekolojîk wê bi tenê bêkariyê ji holê raneke; di heman demê de wê civakê ji kanserojeniya bajaran jî rizgar bike. Bi vî awayî wê bajêr jî rizgar bike. Bajarê weke gir û girêkekê mezin dibe nexweşiyeke kansêrê ye. Jixwe kansêrên ferdî jî weke gelek nexweşiyên din berhemên jiyana bajêr in. Ango vegera li erd û axê, li xebatên ji bo daristanan, cotkarî û xwarinên ekolojîk ne bi tenê ji bo bêkariyê çare ne; panjehra tevahiya nexweşiyên modernîteyê û bajêr in.”   Aboriya komin   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, “Divê mirov aboriya komin a xweseriya ekonomîk bi kapîtalîzma dewletê û ekonomiya wê re tevlîhev neke” û wiha bi lêv dike: “Naşibe hewldanên kolektîfkirinê yên sosyalîzma pêkhatî jî. Em behsa yekeyên aborî dikin ku herî zêde bi xwezaya mirov û hawîrdorê re li hev in. Di kominê de ji suxre, hewldan û keda nabe azadiyê re cih nîne. Em behsa model û çavkaniya jiyana bingehîn dikin ku civakan tevahiya dîrokê pê xwe heyî kirine, pîroz hesibandine û bi coş pêşwazî kirine. Li ku coş, bereket û xêrûbêr hebe, li wir ekonomiya komin heye.   Xweseriya aborî bingehekî qanûnî   Ji bo xweseriya aborî bingehekî qanûnî jî hewce dike. Di qanûna dewleta netewe ya serwer de navendîgirî û yeknesakî di bin navê yekîtiya hiqûqê de li pêşiya afirîneriya aborî, ekolojî û reqabetê dibe payebend û asteng. Li şûna vê têgihiştina hiqûqê ya xwe disipêre mêtingeriya aborî bi awayekî dijwar hewcedarî bi karmeşandin û aboriya  xwecihî ya koordînasyona abori ya neteweyî li ber çavan digire heye. Hiqûqeke aborî ya diyardeya bazara neteweyî înkar nake, lê dînamîkên bazara xwecihî li ber çavan digire elzem e. Sîstema hiqûqê ya xwe disipêre tek navendê hêmana herî mezin a muhafezekariyê ye. Bi temamî rastiyeke siyasî ye û mentiqê wê yê ekonomîk tineye.   Qanûnên aborî yên xwecihî esas in   Di şax û aliyê aborî yê çareseriya neteweya demokratîk a pirsgirêka neteweyî ya Kurd de divê xweseriya ekonomîk statuyeke xwe ya qanûnî hebe. Huqûqa xwecihî çiqasî li ser qadên ekonomîk ên azadî û hebûna pirsgirêka Kurd ji nêz ve eleqedar dikin xwedî hukim be, ewqasî xwedî girîngiyeke heyatî ye. Di tenzîmkirina milkiyetê, mezinbûna şîrketan, bikaranîna çeman, bikaranîna dewlemendiyên binerd û sererd, saziyên bazaran, sîstema bankeyan, avahiya butçeyên rêveberiyên demokratîk ên xwecihî, sîstema bacê û mijarên bi vî rengî de qanûnên aborî yên xwecihî esas in. Mirov dikare di navbera qanûnên ekonomiya neteweyî û xwecihî de ahengekê pêk bîne.   Em di serdemeke wisa de ne ku di vê serdema me de serxwebûna tam a aborî utopyayeke ekonomîk e ku ti carî pêk nayê, lê li ser bingehê bi kêrhatina beramber pêkan e ku ekonomiyeke xweseriya wê berfireh pêk bê. Derketiye holê ku di serdema fînansa global de modernîteya kapîtalîst gelekî bêkêr e, ji bo mirovatiyê tehlûke ye û nikare dewam bike. Li hemberî vê, modernîteya demokratîk a xwe disipêre yekeyên neteweya demokratîk divê weke sîstema alternatîf a rizgarbûna ji krîzên ekonomîk, bêkariyê û birçîbûnê bê fêhmkirin."