Li Botanê rûyê şerê piralî (1) 2026-09-21 09:13:38   Alav guherîn, polîtîkayê dewam kir    Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li Botanê, gelek mijarên cihêreng ji valakirina gundan û qedexekirina çûyîna zozanan bigire heta avakirina qereqolan û wêrankirina ekolojîk, herwiha pirsgirêkên têkildarî tiryakê, polîtîkayên li dijî jin û ciwanan di çarçoveya nîqaşên li ser “şerê taybet” ê li herêmê de tên nirxandin. Me bi beşa yekem a dosyeya xwe, pêşveçûna dîrokî û bertekên civakî girt dest.    Têgeha “şerê taybet” wekî çarçoveyeke polîtîk tê bikaranîn ku nîşan dide şerê bi wateya klasîk tenê bi bikaranîna hêza leşkerî nayê meşandin; di heman demê de ew rêbazên ku îradeya siyasî, şêweyên rêxistinbûnê, çand, bîrewerî û peywendiyên civakî yên civakê dikin armanc jî di nav xwe de digire. Tevgera siyasî ya Kurd, hinek saziyên siyasi yên ku li herêmê xebatan dikin û rêxistinên civakî yên sivîl, pratîkên dewletê yên di nêzîkatiya wê ya li ser pirsgrêka Kurd de ku ewlehî, koçberî, zexta çandî, polîtîkayên aborî, medya, dadwerî û qada civakî di nav xwe de digirin, li ser vê têgehê dinirxînin.   Lê belê “şerê taybet” pênaseya polîtîkaya fermî ya dewletê nîne. Ji ber vê yekê, dema ku geşedanên li Botanê tên nirxandin, ev têgeh bi taybetî wekî pênaseyeke siyasî ku ji aliyê tevgera siyasî ya Kurd û parêzvanên mafên mirovan ve tê bikaranîn, tên destgirtin. Ji vî alî ve berpirsiyariya bingehîn a dosyayê ne tenê “Kîjan pratîkên ewlehiyê ketine meriyetê?” ye; di heman demê de ew e ku van pratîkan jiyana civakî, şêweyên hilberînê, koçberiyê, jinan, ciwanan û bingeha ekolojîk a herêmê çawa bandor kirine ye. Di vê çarçoveyê de, mijarên civakî yên wekî tiryak, fuhûş û yên mîna wan, li gelek bajarên Kurdistanê di çarçoveya nîqaşên derbarê “şerê taybet” de tên nirxandin û Şirnex jî yek ji van bajaran e.   Di vê dosyayê de, em ê hem nîqaşên derbarê “şerê taybet” ên paşxaneya wan a dîrokî ya li Kurdistanê û hem jî bandorên wan ên serdemê bigirin dest.    Demên 80-90’î   Botan bi çiya, deşt û xeta xwe ya sînor ku li her du aliyên Dîcleyê dirêj dibin, di bîreweriya dîrokî ya civaka Kurd de xwedî cîhekî giring e. Lê belê di dîroka nêzîk a herêmê de salên 1980 û 1990’î, wekî serdemek ku polîtîkayên ewlehiyê belavî hemû jiyana rojane bûbû, derket pêş.   Bi sepana OHAL’ê re li herêmê hêzên ewlehiyê hatin berfirehkirin; valakirina gundan, koçberî, qedexeyên zozanan û pergala cerdevaniyê rasterast bandor li bingeha civakî ya Botanê kir. Di qeydên dewletê de jî cih digire ku di salên 1980 û 1990’î de li seranserê Şirnexê 47 gund hatine valakirin. Wezareta Karên Navxweyî îdîa dike ku welatî ji ber sedemên ewlehiyê mecbûr mane ji van gundan koç bikin û diyar kir ku piştî salan ji bo hin gundan vegera şêniyan dest pê kiriye.    Kevneşopiya şêniyên gundê Hîsarê ya girêdayî Cizîrê ku di sala 1991’ê de gundê xwe bihêlin û li Silopiyayê bi cih bibin û tenê piştî 22 salan karibin vegerin gundê xwe, tenê yek ji encamên demdirêj ên vê koçberiyê ye.   Di vê serdemê de tenê gund nehatin valakirin. Qadên hilberînê teng bûn, çandinî û sewalkarî rawestiyan, mirovan berê xwe dan navendên bajêr an jî metropolan. Pergala cerdevaniyê jî ji nû ve di biteşebûna peywendiyên civakî yên li gundan de bû faktoreke girîng.   Di salên 1990’î de li Şirnexê mirinên kiryarên ne diyar, wendakirina di bin çavan de û nîqaşên JÎTEM’ê di nav mijarên herî bişer û nîqaş ên wê serdemê de cih girtin. Ji ber vê yekê, pênasekirina salên 90’î tenê wekî “salên ku pevçûn lê dijwar bûn”, pîvana guherîn û veguherîna civakî ya ku çêbûye kêm dihêle.   Bi valakirina gundan re li Botanê tenê mirov ji warên xwe nebûn; di heman demê de peywendiya di navbera gund û mirov, mirov û hilberîn, hilberîn û jiyana civakî de jî lawaz bû.   2015-2016: Qedexe, hilweşandin û koçberî    Pêvajoya çareseriyê ya ku di sala 2013’an de dest pê kir, hêviya bidawîbûna pevçûnan a li herêmê xurt kir. Lê belê piştî bidawîbûna pêvajoyê, qedexeyên derketina derve yên ku di salên 2015-2016’an de li Cizîr, Şirnex û Silopiyayê hatin sepandin, di dîroka nêzîk a Botanê de şikestineke nû çêkir.   Li Cizîrê piştî qedexeya ku di Îlona 2015’an de hat îlankirin, qedexeya derketina derve ya ku di 14’ê Kanûna 2015’an de ji nû ve hat îlankirin 79 rojan dom kir. Di rapora hevpar a ku derbarê serdema qedexeyê de ji aliyê TÎHV, ÎHD, Baroya Amedê û SES'ê ve hat amadekirin de, tespîtên derbarê binpêkirinên giran ên mafan ên li taxên Yafes, Nur, Cûdî û Nûh ên Cizîrê cih girtin.    Ev pêvajo di raya giştî de bi bûyerên ku wekî “jêrzemîn” têne zanîn jî di bîreweriyan de hat kolandin. Di raporên rêxistinên mafên mirovan û belgeyên hiqûqî yên piştre de, tespîtên berfireh di derbarê kesên ku di jêrzemînan de mehsûr mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn de cih girtin. Di biryareke ku ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve hat weşandin de jî tespîtên şandeyên mafên mirovan ên derbarê jêrzemînên duyem a li Cizîrê de hatin bicihkirin.   Li Silopiyayê jî qedexeya derketina derve ya ku di 14’ê Kanûna 2015’an de dest pê kir, heta 19’ê Çileya 2016’an bi şev û roj hat sepandin. Li gorî daneyên TÎHV’ê, di vê pêvajoyê de herî kêm 27 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan.    Li navenda Şirnexê jî qedexeya derketina derve ya ku di 14’ê Adara 2016’an de dest pê kir, nêzîkî 247 rojan dom kir. TÎHV’ê ragihand ku tevî ku operasyonên li bajar di 3’yê Hezîranê de bi dawî bûn jî, qedexe tenê di 14’ê Mijdara 2016’an de bi awayekî parçeyî hat rakirin. Di bajarê ku nêzîkî 69 hezar kes lê dijiyan de bi hezaran mirov mecbûr man koç bikin û nêzîkî 7 hezar avahî bi temamî hatin rûxandin.   Di bersiveke fermî ya ku ji TBMM’ê re hatî pêşkêşkirin de jî agahiya ku qedexeya li Şirnexê ji 14’ê Adara 2016’an pê ve 245 rojan bênavber dom kiriye, hinek taxên bajar bi temamî, taxa Aydinlikevlerî jî bi beşek mezin hatine rûxandin û nêzîkî sedî 80 navenda bajar ji nexşeyê hatî jêbirin cih girt.   Bi vî awayî bêwarhiştina ku di salên 1990’î de ji gundan dest pê kiribû, di salên 2015-2016’an de derbasî navendên bajaran bû. Qutbûna mekanê ya ku bi valakirina gundan dest pê kiribû, vê carê bi rûxandina taxan û belavkirina nifûsa bajar berdewam kir.   Jiyana dorpêçkirî ya bi qereqolan    Piştî salên 2015-2016’an li herêmên çiyayî yên Botanê binesaziya ewlehiyê jî berfireh bû. Li qadên wekî Kato, Cûdî, Gabar û Bestayê ji bilî qereqolan, avahiyên xurtkirî ku wekî “kallekol” têne navkirin û xwedî kapasîteya bilind a parastin û çavdêriyê ne hatin avakirin. Li vir tişta girîng ne tenê ew e ku çend qereqol hatine çêkirin, di heman demê de ew e ku ev avahî li kîjan qadan hatine avakirin û jiyana li herêmê çawa guherandine.   Lê belê qereqol, ji bilî ku avahiyên ku yekîneyên leşkerî tê de bi cih dibin ne, bi herêmên ewlehiyê, xalên kontrolê, rê û pergalên çavdêriyê re wekî parçeyên toreke ewlehiyê ya berfirehtir kar dikin.    Di biryarên ewlehiyê yên Waliyê Şirnexê yên salên dawî de qedexekirina dubare û dubare ya herêmên wekî Cûdî, Gabar û Bestayê nîşan dide ku ev tora ewlehiyê tenê bi navendên bajaran ve bi sînor nîne.   Ji ber vê yekê, aliyekî din ê polîtîkayên ewlehiyê yên li Botanê jî wekî di bin çavdêrî û kontrola berdewam de girtina çiya û qadên jiyana gundewarî derdikeve holê.     Qirkirina ekolojîk    Nîqaşên derbarê ekolojiya Botanê de jî ji polîtîkayên ewlehiyê serbixwe nameşin. Li herêmên wekî Cûdî, Gabar û Bestayê operasyonên leşkerî, rê, veberhênanên enerjiyê, xebatên maden û petrolê û birîna daran li heman erdnîgariyê tên birêvebirin. Ji ber vê yekê, destgirtina nîqaşên ser ekolojiya herêmê tenê di asta “dar tên birîn” de, aliyê civakî yê meseleyê dike ku nediyar bimîne.   Gabar yek ji nimûneyên herî diyarker ên vê yekê ye. Dema ku herêm di salên dawî de dibe yek ji navendên hilberîna petrolê, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî eşkere kir ku di sala 2025’an de hilberîna petrolê ya li Gabarê berdewam dike û dê li qada 80 hektarî 100 hezar şitil werin çandin.   Santrala Termîkî ya Silopiyê ku li quntarê Cûdî cih digire jî aliyekî din ê nîqaşa ekolojîk pêk tîne. Li gorî Rapora Rewşa Jîngehê ya 2024’an a Rêveberiya Navenda Şirnexê, di santralê de di salekê de 840 hezar û 682 ton asfaltît hat bikaranîn; 262 hezar û 636 ton xwelî ya difire û 192 hezar û 521 ton bermahî çêbûye.   Ev tablo nîşan dide ku têkiliya di navbera polîtîkayên ewlehiyê û wêraniya ekolojîk de tenê ji operasyonên leşkerî pêk nayê. Vekirina çiyayan ji qadên leşkerî re, çêkirina rêyan, berfirehbûna qadên petrol û madenan û veberhênanên enejiyê; rasterast bandorê li bikaranîna qadên sirûştî, sewalkarî, çandinî û gihiştina mirovan a ji bo qadên wan ên jiyanê dikin.   Polîtîkayên li dijî ciwanan    Serjimara ciwanan a li Botanê yek ji dînamîkên civakî yên herî giring ên herêmê ye. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên sala 2024’an, Şirnex ketiye nav bajarên ku rêjeya serjimara ciwanna tê de herî bilind e; li bajar para koma temenê 15-24’an di nav serjimarê de wekî ji sedî 20,6 hat tomarkirin. Lê belê bilindbûna serjimara ciwanan nayê wê wateyê ku gihiştina ciwanan a ji bo perwerde, îstihdam û derfetên civakî jî xurt e.   Li seranserê Tirkiyeyê di sala 2024’an de rêjeya bêkariyê di koma temenê 15-24’an de wekî ji sedî 16,3 hat ragihandin, di nav jinên ciwan de ev rêje derket sedî 22,3’yan. Di taybetiya Şirnexê de jî pêdivî heye ku di derbarê bêkarî, koçberî, derfetên perwerdeyê û gihiştina ji bo qadên civakî yên ciwanan de daneyên berfirehtir ên li asta bajar werin derxistin.       Di mijara tiryakê de jî pirsgirêkeke mîna vê heye. Li herêmê bikaranîna hişbirê roj bi roj belavtir dibe. Lê temenê bikaranîna madeyan, rêjeya girêdayiyê, serlêdanên tedawiyê yan jî ev yek ku hişbir bi riya kîjan torên civakî belav dibe, bi tena serê xwe ne bes in.   Ji ber vê yekê, pirsên bingehîn jî li vir derdikeve holê: Qadên civakî, çandî û aborî yên ciwanan çima teng dibin û van valahiyan kîjan avahî tijî dikin? Belkî jî divê em zêdetir li ser vê yekê rawestin.   Ji bo ku mijara fûhûşê bi têgeha “şerê taybet” re bê peywendîdarkirin, tenê behskirina hebûna bûyerên fûhûşê ne bes e. Pêdivî heye ku girêdayiya aborî ya jinan, xizanî, fûhûşa bi darê zorê, destdirêjiya zayendî, hişbir û têkiliyên di navbera sûcên birêxistinkirî de di ser bûyerên berçav re werin destgirtin û lêkolînkirin.    Êrîşên li dijî nasnameya jinan    Bandora pêvajoya pevçûnan a li ser jinan li Botanê tenê bi tundiya fîzîkî nayê ravekirin. Di salên 1990’î de koçberiya bi zorê, girêdayiya aborî, pergala cerdevaniyê û pergala baviksalar qadên jiyanê yên jinan guherandin. Wêranbûn û bêwarhiştina di serdema 2015-2016’an de jî ev bar ji nû ve mezintir kir.   Lawazbûna serxwebûna aborî ya jinan, tengbûna qadên civakî û rûbirûmayîna jinên ciwan a bi bêkariyê re; wekî faktorek ku rîskên tundiya mêr, tundiya zayendî û destdirêjiyê zêde dike tê destgirtin.   Ji ber vê yekê, divê mijara jinê tenê ne bi têgeheke razber a wekî “têkçûna nasnameya jinê”, belkî di ser têkiliyên di navbera koçberî, xîzanî, cerdevanî, tundiya mêr, tundiya zayendî, hişbir û girêdayiya aborî re bê destgirtin.     Bûyerên tundiya zayendî   Bûyerên êrîşa zayendî û destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan, her wiha di nav mijarên ku li Botanê tên nîqaşkirin de cih digirin. Tê destnîşankirin ku, bi taybetî piştî heyama 2015 û 2016’an, di bûyerên êrîşên zayendî yên li dijî jin û zarokan de zêdebûnek çêbûye. Di heman demê de têkildarî polîtîkayên bêcezakirinê û lêkolînên bi bandor nayên meşandin de rexne tên kirin. Gelek nûçeyên ku berê di raya giştî de derketibûn holê, kiryarên destdirêjî û tundiyê karmendên giştî, cerdevan an jî kesên bi saziyên dewletê ve girêdayî ne.     Yek ji van jî doza êrîşa zayendî ya li ser zarokan e ku li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qileban a Şirnexê hat jiyîn. Bi sûcdariya destdirêjiya zayendî ya li dijî zarokekê, di derbarê cerdevan Ramazan Babat de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê doz hat vekirin. Di rûniştinên ku di sala 2023’yan de hatin dîtin de, tevî ku kiryar bi girtî dihat darizandin û doz hat asta biryarê jî, rûniştin hat paşxistin.   Di dosyayek din de jî di derbarê êrîşa zayendî ya li dijî zarokeka din a ku li bajaroka Dêrahînê ya Qilebanê pêk hatibû de, di derbarê kiryarên ku cerdevanek û parêzvanekî serokê şaredariyê jî di nav de bûn de doz hat vekirin.   Ji nû ve rêxistinkirina qada civakî    Dema ku mirov li dîroka nêzîk a Botanê dinêre, dibîne ku di serdemên cuda de amûrên cuda ketine dewrê.   Valakirina gundan û koçberiya bi zorê ya di salên 1990’î de; rûxandina bajaran û bêwarhiştina komî ya di salên 2015-2016’an de; di serdema piştre de jî qadên ewlehiyê yên taybet, qadên leşkerî, veberhênanên aborî û zextên cuda yên li ser jiyana civakî parçeyên vê nîqaşê pêk tînin.   Îro rûbirûmayîna ciwanan a bi bêkarî û kêmasiya qadên civakî re, ya jinan a bi tundî û girêdayiya aborî re û ya serjimara gundewarî jî ya bi qedexeyên zozan û mêrgan re; ne ku mirov dikare ji veguhastina mekanî û civakî ya ku di borî de hatî jiyîn serbixwe bigire dest.    Ji ber vê yekê, di navenda nîqaşa “şerê taybet” a li Botanê de ne tenê polîtîkayên ewlehiyê, pirsa ku hêza axaftin û biryardanê ya civakê ya li ser qada jiyana xwe çawa guheriye cih digire.   Beşên paşîn ên dosyayê dê ji nav vê çarçoveya giştî mijarên hişbir, ciwan, jin, tundiya zayendî, fûhûş, bazarganiya mirovan û wêraniya ekolojîk di ser bûyer û daneyên berçav re bên destgirtin.    Sibehê: Torên fûhûş û hişberê ya kesên bi unîforma