WAN EKO-DER'ê 1'emîn kongreya xwe li dar xist 2026-02-07 15:19:22   WAN - WAN EKO-DER'ê 1'emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Di kongreyê de hat diyarkirin ku herêma Kurdistanê veguheriye qada şerê taybet.   Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (WAN EKO-DER) 1'emîn Kongreya xwe ya Awarte li avahiya komeleyê li dar xist. Kongre, ku gelek kes beşdar bûn, bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir.   'Ekolojî şaxek ji paradîgmayê ye'   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  ya Bajêr Gulşen Kurt, di kongreyê de axivî û diyar kir ku ekolojî şaxek ji paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan e. Gulşen Kurt tekez kir ku divê gelê Kurd têkoşîna xwe ya ekolojîk di her warî de berfireh bike.   'Zîhniyeta qeyûm û ya  talankirina xwezayê ji hev ne cuda ye'   Piştre, hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, axivî û got ku divê têkoşîna ekolojîk bi awayekî kolektîf were piştgirîkirin. Abdullah Zeydan di berdewamiyê de hev tişt got, "Di navbera zihniyeta ku li Rojava xwezayê talan dike û zihniyeta qeyûmê tayînkirî de tu ferq tune ye. Vê zihniyetê di seranserê dîrokê de hewl daye ku jiyan, jin, dîrok û xwezayê talan bike, lê gelê me ji vê yekê haydar e, bi dehan salan li ber xwe daye û ew ê di pêşerojê de jî ji hêla wan ve neyên xapandin."   Hevserok hatin hilbijartin   Di hilbijartinên ku bi yek lîsteyê hatin kirin de Perîhan Soğukbulak û Erdogan OdUk ji bo hevserokatiya komeleyê hatin hilbijartin. Lijneya rêveberiyê ji Baha Soyigît, Ahmet Kaya, Şehrîban Tûrlû, Evîn Aslan, Mahmut Polat, Hulya Yildiz, Bariş Adiyaman, Metîn Gok, Selçuk Yaman, Rojhat Levent Ozgokçe û Bazî Aslan pêk tê. Piştî axaftinan Perihan Soğukbulak û Erdogan odük li ser navê lijneyê spasiya beşdaran kirin.