Nobeta li dijî JES’ê di roja 145’emîn de ye 2026-09-25 20:02:13 MÛŞ - Nobeta ku li dijî Santrala Ernejiyê ya Jeotermalê (JES) a ku tê plankirin li navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, hatiye destpêkirin di 145'emîn de ye. Serdanên ji bo piştevaniyê didomin. Nobeta ku li gundê Xwarik ê Gimgimê ya li dijî projeya Santrala Ernejiyê ya Jeotermalê (JES) a ku ji aliyê şîrketa DYA'yê IGNIS H2 A.Ş.'yê ve tê plankirin, hatiye destpêkirin berdewam dike.   Li qada nobeta ku ket roja 145’emîn pankarta ‘Gelê Gimgimê santrola enerjiya jeotermal nawaze, dest nedin ax û ava me’ hat daliqandin.   Serdanên ji bo piştevanioya nobetê didome.