Parlamentera Îtalî: Ne tenê Kurd, cîhan jî di xetereyê de ye! 2026-01-24 10:32:04   Melek Avci   ENQERE - Parlamentera Îtalyayê Francesca Ghirra diyar kir ku divê Ewropa ji bo rawestandina êrîşên li dijî gelê Rojava bêtir hewl bide, wekî din dê DAIŞ li herêmê û li Ewropayê ji nû ve zindî bibe û got: "dorpêçkirina Kobanî nîşanek xirab e."   Her çend HTŞ û komên pê ve girêdayî, bi çek û piştgiriya Tirkiyeyê, ji 6'ê Çile ve êrîşî Rojava dikin, piştî danûstandinên Parîsê yên di navbera Îsraîl û Şamê de di 4'ê Çile de, berxwedan hem li meydana şer û hem jî li gelek deverên cîhanê berdewam dike. Hewl tê dayîn ku çeteyên DAIŞ'ê yên di zindan û kampan de heyî beşdarî nav refên HTŞ'ê bikin. Hewldanên ku tên dayîn li raya giştî ya navneteweyî de tê şermezarkirin.    Koalîsyona navneteweyî berpirsiyariya xwe ya li hemberî girtîgehên ku çeteyên DAIŞ'ê heyî û kampên ku malbatên DAIŞ'î heyî pêk nayne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê mijarê de belge ji raya giştî re ragihand û bal kişand ser xetereyê.    Li ser navê ji Tifaqa Çepgir-Kes a Îtalyayê (Alleanza Verdi e Sinistra, AVS / Greens and Left Alliance), parlamentera Meclîsa Nûnertiya Îtalyayê (Camera dei Deputati) Francesca Ghirra derbarê mijarê de ji ajansa JINNEWS'ê re axivî    'Agirbest tê îhlalkirin'    Francesca Ghirra di destpêka axaftina xwe bal kişand ser berxwedana Gelê Kurd û got: "Dema ku em li rewşa li Rajava dinêrin, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji deh salan zêdetir e modelek pêşverû û pirçandî ya xwerêveberiyê ceribandiye. Lêbelê, rewş ji pevçûnek leşkerî ya herêmî bi lez veguherî êrîşeke leşkerî ya berfireh. Destpêka sala 2026'an bi pevçûnên dijwar ên girêdayî binpêkirina peymana ku di 10'ê Adara 2025'an de di navbera rêveberiya hikûmeta demkî û fermandariya QSD'ê de hatibû îmzekirin dest pê kir. Piştî dagirkirina Reqa, Dêra Zor û Tebqayê, êrîş li gelek eniyan berdewam dikin û îlanên agirbestê bi eşkereyî têne binpêkirin."   ‘Li tevahiya cîhanê rewşeke bi fikar heye'     Francesca Ghirra, da zanîn ku êrişên leşkerî parçeyeke polîtîkayeke berfireh e û wiha bi lêv kir: "Hesteke zêde dibe ku ev êrîş beşek ji siyaseteke berfirehtir in ku destkeftiyên siyasî û civakî yên gelê Kurd hedef digire. Tiştê ku xemgîn dike ev e ku ev hemû bi piştgiriya Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê diqewimin, welatên ku xuya dikin dixwazin beşdarî pêvajoya aştiyê ya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bibin. Rewş ne tenê ji bo Kurdan, Rojava û tevahiya Rojhilata Navîn, lê di heman demê de ji bo tevahiya cîhana Rojava jî pir xemgîn e."   ‘Dorpêçkirina Kobanê xirab e'    Francesca Ghirra, bal kişand ser xetereyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em pir baş dizanin ku hewlên Kurdan di rawestandin û paşê têkbirina DAIŞ'ê de çiqas girîng bûne. Û îro, em dibînin ku îhtîmala ku zindan û kampên ku bi hezaran çekdarên DAIŞ'ê û malbatên wan lê ne, bikevin bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê ye. Ev dikare bibe nîşana bidawîhatina yek ji astengiyên sereke yên ku di salan de ji hêla HSD ve, bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî, li dijî ji nû ve rêxistinkirina cîhadîstan hatine çêkirin. Ev veguheztinek e ku tijî xetereyan e ku ne tenê bakurê rojhilatê Sûriyeyê, lê tevahiya herêmê û heta Rojava jî tehdît dike. Dorpêçkirina Kobaniyê ya ji nû ve hatî çêkirin bi rastî jî nîşanek pir xirab e."   ‘Me bang li Hikûmeta Melonî kir'    Francesca Ghirra, wiha bal kişand ser hewldanên xwe yên ku li Ewropayê pêk tînin: "Bêdengiya ker a Yekîtiya Ewropayê bi rastî jî nayê fêmkirin. Wekî parlamenterên Îtalyayê, me gelek caran bang li hikûmeta Melonî kir û daxwaz kir ku ew li ser asta YE û navneteweyî rageşiya leşkerî rawestîne, rêzgirtina ji agirbestê re misoger bike û hewlên ewlekirina girtîgeh û kampên DAIŞ'ê bide destpêkirin. Mixabin, heta niha bersivek nehatiye dayîn. Ez bawer dikim ku rewş pir cidî ye û ez bawer dikim ku civaka navneteweyî dê di zûtirîn dem de mudaxele bike. Nabe ku ev hemû di bêdengiya rêxistinên navneteweyî û dewletên Ewropî de çêbibe. Ev binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk ên nû nayên qebûlkirin û pejirandina rola milîsên ku ji hêla hikûmetê ve têne bikar anîn bêwate ye, nemaze li herêma Kobanê. Em pir baş dizanin ku ev kom komên çekdar in ku ji ber sûcên şer ên ku wan di demên berê de li dijî gelê Kurd li Efrîn, civaka Elewiyan li peravê û civaka Durzî li başûrê welêt kirine, di bin dorpêçên navneteweyî de ne. Ev milîs niha çawa dikarin bi fermî tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?"   'Rojava nikare bi tena serê xwe bê hiştin'   Francesca Ghirra, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ewropa tehdîdê kêm dinirxîne. Mixabin, ez difikirim ku nirxandineke pir kêm li ser tiştê ku dikare bibe hatiye kirin. Rojava nikare bi tena serê xwe were hiştin. Divê Ewropa rê li ber milîsên cîhadîst bigire ku xweseriya Kurdan hilweşînin; ne tenê ji bo parastina gelê Kurd, lê di heman demê de bi nirxandina rast a xetereyên ku tevahiya parzemînê pê re rû bi rû ye jî. Ev yek ji pirsgirêkên herî cidî û fikardar ên serdema me ye. Şahidiya polîtîkayên tund ên li dijî koçberên xizan ên ji ber birçîbûn û şer direvin, di heman demê de dibe sedema bêîstîqrariya herêmên nû yên cîhanê û nifûsê neçar dike ku ji van deveran birevin, nakokîyek nayê qebûlkirin e. Bi rastî, ez hêvî dikim ku hikûmetên Ewropî helwestek tund li dijî dînîtîya Trump û hikûmeta Sûrîyê bigirin."