Li Silêmanî, Dihok û Serûçawa çalakiyên piştevaniya ji bo Rojava 2026-01-24 20:48:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşên ku li Silêmanî, Dihok û bajarokê Serûçawa yê girêdayî Ranyayê de li dijî êrîşên HTŞ, DAÎŞ û çeteyên paramîlîter, peyama piştevaniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate dayîn.   Li Silêmaniyê bi tevlîbûna hunermend, çalakvan, nivîskar, mamosteyên olî û girseyek zêde ya ji jin, ciwan û xwendekar meşek girseyî ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin.     Hunermend Belên Faris di çalakiyê de axivî û got: “Çand nasnameya me ye, niha çeteyên Şera û dewleta Tirk dixwaze nasnameya me tine bike. Ji bo wê em Orkestra Newa cihê xwe di çalakiyê de girt. Me careke din piştrast kir ku em li gel xwişk û birayên xwe yên Rojava ne.”   Hunermend Mîr Ekber jî axivî û got: “Îro bi deng û sirûdan tevlî çalakiyê bûn. Ji ber ku Rojava dayîka Kurdane. Dilê me li gel wane. Yekane daxwaza me bicihanîna mafê rewa ya gelê Kurde.”   Di dema xwepêşandanê de ala Herêma Kurdistanê, şervanan û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Gelê Kurd Yeke’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin. Her wiha pankart û wêneyên keziyan hatin hildan.   Ranya   Îro li bajarokê Serûçawa yê girêdayî navçeya Ranye ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Raperîn li dijî êrişên çeteyên DAIŞ-HTŞ û hêzên paramîlîter yên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û gelê wê meşeke girseyî lidarxistin. Di meşa ku bi sedana ciwan, jin mêr tevlî bûn de, dirûşmeyên ‘Kurdistan Yeke’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin berzkirin û bêdengiya navnetewî a li dijî erişên çeteyan bi tundî hat şermezarkirin.   Gel di meşê de dan zanîn ku gelê Kurd sînorên di dest hatî kişandin yên nikarin îradeya gelê Kurd parçe bikin, Kurd yekin.   Dihok   Li navenda bajarê Dihokê, xelkê Dihokê îro jî ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên bi armanca qirkirina gelê Kurd yên ji aliyê çeteyên DAIŞ-HTŞ ve tên kirin, daket kolanan û meşeke girseyî lidar xist. Xelkê Dihokê bang li her Kurd û dostên wê kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê û êrişên li ser tevayî Rojavayê Kurdistanê rabin ser piyan û tişta ji destê wan tê bikin.   Beşdarên meşê dirûşmeyên neteweyî berz kirin û tekez kirin ku erkê her Kurdekî ye ku di vê qonaxê de piştgiriyê bide destkeftiyên Rêveberiya Xweser. Her wiha wan bang li civaka navnetewî kirin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku êrişên xwe yên li ser sivîlan rawestîne.