ROJAVE 25'Ê ÇILEYA 2026'AN 2026-01-25 09:00:00   *Hevseroka TUAY-DER’ê Rengîn Karabulut da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên nexweş didomin û wiha got: “Pêkanîna dermankirina bi kelepçeyê li dijî rumeta mirovahiyê ye. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.” DÎMEN HEYE   *Di 2014’an de Kobanê ku bu sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê îro ne di bin dagirkirina çekan de di bin dagirkirina maseyan de ye. Bajarê bi têkoşîna azadiya jinê hat bidestxistin bi pêvajoyek tasfiyeyê ya nû re rû bi rû ye.   * Parêzvana mafên mirovan a Îsraîlî, Ateret Shmuel da zanîn ku bêdengiya li dijî êrîşên li ser Rojava nayê qebûlkirin û got: “Hemû cîhan deyndarê Kurdan e. Ev ne şerê navbera netewa, ev şerê navbera başî û xerabiyê ye. Welatên Rojava vê ji nedîtîve bên wê dor bê wan.” DÎMEN HEYE