Li Siwêdayê jinek hat qetilkirin 2026-01-25 16:14:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi awayekî nediyar jineke 58 salî bi gulebaranê li Siwêdayê hat qetilkirin.   Di encama gulebaranê de ku nayê zanîn ji hêla kê ve hatiye kirin, jineke 58 salî di stûyê xwe de derbe xwar û jiyana xwe ji dest da.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku beriya demekê jinekê di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest daye, gihaşt Nexweşxaneya Wetenî ya Siwêdayê.   Ji destpêka îsal ve li Siwêdayê gelek bûyerên kiryarên wan nediyar çêbûn û di encamê de 14 kes hatin qetilkirin.