Îlham Ehmed: Bi sedan şervanên me û sivîl ên dîl ketin hatin înfazkirin 2026-01-25 20:46:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê diyar kir ku bi sedan şervan û sivîlên ku ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin hatine girtin, hatine înfazkirin.   Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê, di der barê êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin de ji Rûdawê re axivî û got ku bi sedan şervan û sivîlên ku ji aliyê komên êrişkar ve hatine girtin hatine kuştin. Îlham Ehmedê destnîşan kir ku ev înfaz li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê pêk hatine û got ku piraniya dîmenên ji Reqa û Tebqayê hatine, hin ji wan li Şêxmeqsûdê jî hatine kişandin.   Îhlam Ehmedê parve kir ku bi sedan şervan û sivîl bi gulebaranê hatine înfazkirin û got ku ew hîn negihîştine hejmareke teqez a kesên ku hatine înfazkirin.