Şaredariyên DEM Partiyê dê alîkariya Rojava bikin 2026-01-25 21:25:24   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî ragihand ku dê şaredariyên wan ji bo piştgiriya Rojava ku bi rojane di bin êrîşa çeteyande ye dest bi seferberiya alîkariyê bikin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo alîkariya mirovî koridorên alîkariyê bêne vekirin.   Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê li ser êrîşên ser Rojava û rewşa xeter ya mirovî ya li Kobanê daxuyaniyek da. Lijneyê ragihand ku geşedanên li Rojava, bi taybetî li Kobanî ji bo her kesî dibin sedema fikarên kûr. Di daxuyaniyê de hat gotin ku nekarîna gihîştina pêdiviyên bingehîn ji bo sivîlan, bi taybetî zarokan dibe sedemê mirinan û hate diyarkirin ku ev rewş berpirsiyariyekê dixe ser milê her kesî da ku tedbîrên pêşîlêgirtinê bêne girtin.   Seferberiya alikariyê destpê dike   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em, wekî Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk, digel hemû şaredariyên xwe, bi hestek berpirsiyariya mirovî û exlaqî li hember vê rewşa giran hewldanek seferberiyê daye destpêkirin. Şaredariyên me, meclîsên bajaran û saziyên demokratîk hemû çavkaniyên xwe seferber dikin û ji bo pêkanîna daxwazên alîkariya mirovî yên lezgîn ên gelê Rojava pêvajoyek amadekariyê ya berfireh dimeşînin. Şaredariyên me dê di vê pêvajoyê de berpirsiyariyên xwe bi tevahî bicîh bînin.”   ‘Korîdorên alîkariya mirovî vekin’   Di daxuyaniyê de bang li rayedarên dewletê hate kirin û wiha hate gotin: “Ji bo ku alîkariya berhevkirî zû bigihîje xelkê Rojava, divê rayedar û saziyên peywendîdar korîdorên alîkariya mirovî vekin û ji bo vê pêvajoya girîng ti astengiyan dernexin.”   Banga seferberiya alîkariyê   Lijne her wiha ragihand ku tevahiya raya giştî piştgirî bidin kampanyayên alîkariyê û ev bang kir: “Em bang li tevahiya raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya alîkariya mirovî ya ku ji hêla şaredariyên me ve hatiye destpêkirin û hevgirtinê xurt bikin. Agahiyên berfireh ên li ser kampanyayên alîkariyê yên ku ji hêla şaredariyên me ve werin destpêkirin jî dê bi raya giştî re werin parvekirin.”