Hejmara kesên gihiştine Kantona Firat û Cizîrê ji 150 hezarê derbas kir 2026-01-26 18:27:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrîşên çeteyan heya niha 150 hezar kes gihiştin Kantona Firat û Cizîrê. Hat diyarkirin ku pêdivî bi alîkariya lezgîn heye.   Li gorî agahiyên ji Meclisa Koçberan a Efrîn-Şehbayê, heta niha 150 hezar kes ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bajarên Reqa û Tebqayê hatine kantonên Cizîr û Firatê. Kesên ku hatine koçberên Efrînê û Helebê, gelê herêmên peravê yên Sûriyeyê, kampên li Eyn Îsayê û gelê Serêkaniyê yê li herêmên dagirkirî ne.   Piraniya wan li bajarên Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Rimêlan, Dêrik, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Çilaxa yên kantona Cizîrê bi cih bûne. Lê ji ber êrişên hikumeta demkî yên li ser herêmê didomin, koçber cih diguherînin. Ji ber wê jî hîna hejmara koçberan bi tevahî diyar nebûye.   Koçber li dibistan, akademî, mizgeft, sazî, danîngehên zarokan û malan hatine bicihkirin. Her wiha hîna gelek malbatên ku tên, bi cih nebûne û hîna nehatine qeydkirin.   Her wiha her ku diçe hejmara koçberan zêde dibe.   Hevseroka Meclisa Koçberan a Efrîn-Şehbayê Nesrîn Silêman diyar kir ku tiştên lezgîn pêwîst in; sobe, derman, pêwîstiyên taybet ên jinan û zarokan, cil û hwd in.