Kujerê Baran Ebdî hat girtin 2026-01-26 19:08:44   MÊRSÎN - Ciwanê bi navê Baran Ebdî ê ji bajarê Kobanê ku li navçeya Tarsusê ji hêla Huseyîn Kanlibiçek ê MHP’î ve hate qetilkirin. Kujer hat girtin.   Bi boneya protestokirina êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ser rojavayê Kurdistanê, li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokrtatîk çalakî hat lidarxistin. Baran Ebdî ê ji bajarê Kobanê dema li ser şaneşîna malê çalakî temaşe dikir, guleya endamê MHP’ê yê ser nifûsa Sêweregê Huseyîn Kanlibiçak ve bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî mudaxileyê jî jiyana xwe ji dest da. Baran Ebdî, karkerê çandiniyê bû û zarokek wî hebû.   Baran Ebdî, dema 10 salî ji ber êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê tevî malbata xwe berê xwe dabû Mêrsînê. Bi ser re 14 sal derbas bûn û îcar jî di çalakiyeke ji bo Rojava dihat lidarxistin de hate qetilkirin.   Piştî ku Huseyîn Kanlibiçak hat binçavkirin sewqê dadgehê hat kirin û dû re jî dadgerî biryara girtina wî da.