Ji bo nobedarên parastina bajêr 100 sobe çêkir 2026-01-26 21:15:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyek li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê bi armanca piştevaniya nobedarên parastina bajêr dikin, 100 heb sobe çêkir.   Li aliyekî êrişên qirkirinê li ser Rojava didomin li aliyekî jî piştgiriya zibareyî ango komîn ji bo xelkê Rojava berdewam dike. Dikandarê bi navê Diyar Ebdulqadir ê ji Dêrikê nêzî 100 sobe çêkir, li nobedarên ku taxên bajêr diparêzin belav kir.