Zanîngeha Raperîn ji bo Rojava kampanyayek alîkariyê da destpê kirin 2026-01-27 11:43:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Zanîngeha Raperînê ragihand ku ew îro bi dirûşmeya ‘Heya Raperîn mabe, Rojava ne bi tenê ye’ kampanyaya alîkariya ji bo Rojava didin destpê kirin.   Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedan û gelê Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dike. Divê çarçoveyê de zanîngeha Îdareya Raperîn ya serbixwe ku girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye, ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê ragihand.   Zanîngeha Raperîn bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê îro bi dirûşmeya ‘Heya Raperîn mabe, Rojava ne bi tenê ye’ kampanyayek komkirina alîkariyan ji bo Rojava didin destpê kirin.   Rêveberiya zanîngehê di daxuyaniya xwe de ragihand ku her kes dikare, pere, xurek, şîr, cil û berg, pêdawîstiyên zivistanê, betenî, doşek wek alîkarî bide.