'Keziyên şervanan wê bibe sêdareya xewnên Osmaniyan' 2026-01-27 12:40:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Binarê Qendîl bi piştgiriya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan çalakiyek girseyî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hate lidarxistin. Jinên Binarê Qendîl gotin: “Şoreşa kezî, bûye nasnameya Rojava.”   Binarê Qendîl- Duh li nêzîkî gundê Enzê ya ser bi Binarê Qendîlê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîl, Meclîsa Jinan û Hevşaredariya Binarê Qendîlê çalakiyeke piştgiriyê ji bo berxwedana Rojava hat lidarxistin.   ‘Şervanên me dema şehîd dibin ruhê wan dibe hezar şervan’   Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Ji Qendîl hata Rojava, yek xwîn û yek doz”, “Sînoran dirûxînîn û dagirkeran derdixin” û “Çar parçe yek senger, mirin ji bo çeteyên Enqerê” qîr kirin. Li ser navê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û gotin: “Bi avêtina cenazayê şehîdên me yên ji avahiyan, wisa dizanin ku wê bikaribin bi me. Nizanin ku şervanên me dema şehîd dibin ruhê wan dibe hezar şervan.”   ‘Şoreşa kezî bûye nasnameya Rojava’   Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku keziyên hûn dibirin ne tenê mûyek e, ew demarê wan e ku li nava xakê ye û ev hate gotin: “Ew kezî dibe sêdara xewnên Osmaniyan. Îro Şoreşa ‘Kezî’ bûye nasnameya Rojava.”   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser Yekîtiya Neteweyî û wiha hate gotin: “Qendîl ne tenê erdnîgariyek e, Qendîl ruh û piştvenî ye. Her guleya li şervanan dikeve li Eyn Îsa, Til Temir dikeve, êşa wê di dilê Qendîlê de tê jiyîn. Ew yekîtiya ji Zaxo heta Xaneqînê ava bûye, bersiva herî mezin a ji bo Erdogan û komplogeran e.”   Herî dawî banga parastina destkeftiyên Rojava hate dayîn.