Dayik ji Balyozxaneya Îsraîlê bang kirin: Korîdorê vekin 2026-01-27 14:26:49 STENBOL - Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî êrişên ser Rojava û bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşiya Balyozxaneya Îsrailê daxuyanî dan û gotin: “Ji bo pêdiviyên mirovî divê korîdor were vekirin.”   Çeteyên HTŞ û SMO'yê yên girêdayî Tirkiyeyê êrişî Rojava dikin. Li gel êriş û windajiyên heyî li Kobanê 5 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Li Qamişloyê jî yek jê zarok du kes ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê jî têkildarî bêdengiya hêzên navneteweyî yên li dijî êrişên ser Rojava, çalakî li dar xistin. Dayikên Aştiyê duh li pêşiya Balyozxaneya Îngîltereyê bûn, îro jî li pêşiya Balyozxaneya Îsrailê çalakî li dar xistin û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.   Dayikên Aştiyê li pêşiya Balyozxaneya Îsrailê kom bûn û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Kujer Colanî” û “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin” berz kirin.   Bedîa Gokyuz di çalakiyê de diyar kir ku ji bo danîn çelengê ya li pêşiya Balyozxaneya Îsrailê astengî heye û wiha got: “Li Rojava îro zarok tên kuştin. Divê derî were vekirin. Pêdiviyên mirovî derbasî Rojava bibe. Dewleta Tirkiyeyê tank û topan dide Sûriyeyê. Bi vê yekê êriş li ser Rojava pêk tên. Li ser Girên Golanê bazar tê kirin. Sûriye Girên Golanê li ser xwîna gelê Kurd firot.”   Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.