'Bi ruhê gelê şoreşger komploya qirkirina gelan wê têk biçe' 2026-01-27 14:39:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengtiya Kongra Star îro bi hezaran jin ji hemû pêkhateyên herêma Cizîrê berê xwe dan Hesekê û li dijî êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ve xwepêşandan li dar xist.   Bi pêşengtiya Kongra Star îro bi hezaran jin ji hemû pêkhateyan berê xwe dan Hesekê li dijî êrîşên çeteyên hikûmeta Demkî ve xwepêşandanek li dar xist.   Xwepêşandan li Parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê hate lidarxistin û endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, rêxistinên jinan û endamên Kongreya Star li Hesekê beşdar bûn. Xwepêşandan bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre Endama Koordînasyona Kongra Star ya Rojava Jiyan Hisên axivî.   Jiyan Hisên tekez kir ku jina xeta berxwedanê hilbijartine û dê bi israr bidomînin û wiha dewam kir: “Ji berxwedana katona Cezîrê bigire heta berxwedana Kobanî, em silavan ji gelê xwe yê li Kobanî û şervanên xwe re dişînin. Dirûşma me, "Berxwedan jiyan e" wê serkeftin bibe ya gel û jinên Rojava. Emê destkeftiyên xwe biparêzin. Di vê mijarê de, em  şehadeta  endama Kongreya Star Salîhe Erebo bibîr tînin ku îro salvegera şahedeta wê ye, di kesayetiya wê de em  hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Wê tekoşîna me bibe bingehê serkeftina hemû jinên cîhanê”.   Jiyan Hisên got: "Êrîşên hovane li ser gelên herêmê hene, û ev komployek li dijî gelan e, lê em dibînin ku li dijî vê komployê hemû gel ji bo parastina mal û şaristaniya xwe derketine kolanan, û gelê me, bi rihê şerê gel ê  şoreşgerî dê komployê bişkîne.”   Xwepêşandan bi dirûşmeya “Bijî berxwedan” bi dawî bû