Li Kobanê ard û sotemî hindik ma 2026-01-27 15:07:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Aborî ya Kantona Firatê, ragihand ku ji ber şer û dorpêça li ser Kobanê ard û sotemanî hindik maye.   Daxuyaniya Meclisa Aborî ya Kantona Firatê ji bo rewşa şer û dorpêça li ser Kobanê û kêmbûna arvan û sotemenî, li ber Aşê Kobanê ya taxa nû ji aliyê Hevserokê Desteya Aborî ya Kantona Firatê Ezîz Ebdî ve hate xwendin.   Daxuyana meclîsê bi vî rengî ye:   Ev 9 roj in em di nava dorpêçeke de ne, çete bi hemû awayî êrîşê Kobanê dike. Kobanê ji her çar aliyan ve di nava dorpêçe de ye. Em wek Meclîsa Aborî hewl didin heta dawî xizmeta gelê xwe bikin. Gelê me di nava rewşa herî giran de derbas dibe. Em hewl didin bi derfetê herî kêm ji gelê xwe re bibin alîkar.   Firneyên me di xizmetê de ye û heta ku arvan hebe em ê xizmeta gelê xwe bikin. Lê niha ji ber rewşa herî xirab ku Kobanê di dorpêçeyeke herî giran de ye, arvan û sotemenî kêm bûye. Her ku rewş wiha dewan bike, wê Kobanê di nava krîzek giran de derbas bibe.   Banga me ji kesên azadîxwaz re ew e ku xwedî li bajarê Kobanê derkevin û destê xwe dirêjî Kobanê bikin. Ji ber ku her kes deyndarê Kobanê ye. Ji ber Kobanê di 2014`an hemû cîhan ji çeteyên DAIŞ`ê xilas kir. Divê her kes jî ji bo xelkê Kobanê alîkariya wan bikin û divê bi awayekî bi lezgîn ev şer were rawestandin. Eger ev şer neyê rawestandin, wê şêniyên Kobanê nava krîzên girantir re derbas bibin. Divê her kes xwedî li Kobanê derkevin.”