Li Nisêbînê16 enternasyonalîst hatin binçavkirin 2026-01-28 13:19:57   MÊRDÎN - Li Mêrdînê 16 kesên enternasyonalîst hatin binçavkirin.    16 kesên enternasyonalîst ku ji bo piştevaniya Rojava hatibûn navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, îro ji bo tevlî bernameya Artûklû yê bibin di rê de hatin sekinandin û binçavkirin. Sedema binçavkirina wan nayê zanîn û li Îdareya Koçberiyê ya Mêrdînê tên girtin.    Kesên hatin binçavkirin navên wan wiha ne: Anna Marîe Muller, Marlene Emma Heldmann, Hîlde Graf, Lana Sommer, Paul-Mathîs Pfeîffer, Lea Hobbîebrunken, Laura Katharîna Janku, Anjo Genow, Laura Schmîd, Sarah Maria Moosmann, Emma Nelly Umlau, Lynn Marîam Bojang, Lena Sophie Schneider, Johanna Wiggers, Hannah Doris Drexler, Fereshte Khosravi.