Bi hezaran kes li Êlihê ji bo Rojava meşiyan 2026-01-28 13:23:38   ÊLIH - Bi daxuyaniya di meşa li dijî êrîşên li ser Rojava hat dayîn de, wiha hat gotin, "Zîhniyeta DAIŞ'ê li dijî gelê Kurd jenosîd daye destpêkirin. Zîhniyeta HTŞ'ê û zîhniyeta DAIŞ'ê yek e. Êrîş ne biryarek ji aliyê HTŞ'ê ve hatiye dayîn e. Êrîş bi biryarek li Enqerê hatiye dayîn tên kirin."   Li Êlihê, di bin banê Platforma Saziyên Demokratîk de meşek li dijî êrîşên li ser Rojava hat lidarxistin. Bi hezaran kes li ber World Mar a li navenda bajêr kom bûn û ber bi Parka Jinan a 8'ê Adarê ve meşiyan. Di meşê de, dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û pankartek bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nabe" hat nîşandan. Bi hezaran kesan di tevahiya meşê de dirûşme berz kirin û bi çepikan jî bertek nîşanî êrişan dan.    Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ya bajarê Êlihê Azat Esîn, destpêkê axivî û bal kişand ser komkujiyên li Rojava û banga zêdekirina hevgirtinê kir.   ‘Kurd li çar aliyên cîhanê li ber xwe didin’   Piştre Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk ê Giştî (DBP) Keskin Bayindir axivî û got, "Min silavên gelê Rojava, ku bi rojan e bênavber li ber xwe dide, anî Êlihê. Bi mîlyonan Kurd niha li gelek deverên cîhanê û li her çar beşên Kurdistanê li ber xwe didin. Bijî berxwedana gelê Kurd. Zîhniyeta nemirovane ya DAIŞ'ê li dijî gelê Kurd jenosîd daye destpêkirin. Zîhniyeta HTŞ û DAÎŞ'ê wek hev in. Êrîş ne biryarek ji aliyê HTŞ'ê ve hatiye dayîn e. Êrîş bi biryarek li Enqerê tê kirin."   Daxuyanî bi dirûşma, “Yek e yek e Kurdistan yek e” û bi tilîliyan bi dawî bû.