‘Hevşaredarên Milazgîrê berdin’ 2026-01-28 23:17:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê daxwaza berdana Hevşaredarên Milazgirê Ahmet Kenan Turker û Gulistan Ozelê ku hatin binçavkirin, kir.   Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê binçavkirina Hevşaredarçn Milazgirê Ahmet Kenan Turker û Gulistan Ozelê ku ji ber pankarta wêneyê keziyan û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" bi şaredariyê daliqandin hatin binçavkrin, daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên li ser Rojavayê ku li se rbedana jinan tên kirin, zîhniyeteke paşverû nîşan didin. Hat diyarkirin ku nîşandana sembolên jinan û pankartên "Jin, Jiyan, Azadî" li şaredariyan bersiveke demokratîk e û hat gotin ku hêzên ewlehiyê û dadgerî tevî vê yekê jî bi awayekî neqanûnî tevdigerin. Binçavkirina Hevşaredarên Malazgirê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker bi hinceta nîşandana pankartan nayê qebûlkirin û banga serbestberdana wan û bidawîanîna van kiryarên neqanûnî hat kirin.