Kovara 'Ozgur Halk' dest bi weşana dijîtal kir 2026-01-29 13:01:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Ozgur Halk (Gelê Azad) li ser medyaya dijîtal dubare dest bi weşanê kir.   Yekem hejmara dijîtal a kovara ku ji Mijdara 1990’î ve weke weşaneke siyasî, teorîk û çandî tê weşandin, bi sernavê "Serûbinbûnên herêmî û Pêvajoya Civaka Demokratîk" hate weşandin.   Di yekem hejmara kovara mehane de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girt. Manîsfesto, weke heşt beşan bi vîdeo û vezarkirinan hate pêşkêşkirin.   Her wiha di hejmara yekem de nivîsên têkildarî mijarên civaka demokratîk, neteweya demokratîk, sosyalîzm, azadiya jinan û ekolojiyê cih girtin û beşeke mezin a naverokan ji xebatên ku ji Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan hatine wergirtin, pêk tê.   Xwîner dikarin li ser platformên dijîtal Kovara Ozgur Halk bixwînin.