MPKE’yê pêşnûmeya der barê Rojava de pejirand 2026-01-29 22:10:51     NAVENDA NÛÇEYAN - MPKE'yê, li Strasbourgê êrişên li ser Rojava nîqaş kir. Di rûniştinê de pêşniyara biryarê ya hejmar 2642 bi piraniya denga hate qebûlkirin; di axaftinan de banga çalakiyên lezgîn ji bo parastina Kurdan û kêmneteweyan derket pêş.   Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), îro di rûniştina ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk anî de êrişên li ser Rojava nirxandin. Pêşniyara biryarê ya bi sernavê “Li seranserê Rojhilata Navîn krîza siyasî: Pêdiviya parastina mafên mirovan û mafên hemû komên kêmnetewe” ya bi jimara 2642, piştî axaftinan bi piraniya denga hate pejirandin.   Berdevkê Koma UEL ya Fransayê Emmanuel Fernandes, ê ku li ser pêşniyara biryarê axivî, diyar kir ku ev du hefte ne Rojava û projeya wê ya siyasî, ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ya di bin serokatiya Ehmed el-Şera (Ebû Mihemed el-Colanî) de, bi êrişeke leşkerî ya bêhempa re rû bi rû maye. Fernandes destnîşan kir ku ev rewş ji bo mafên gelê Kurd û kêmneteweyên etnîkî û olî gefeke cidî ye.   Fernandes diyar kir ku rêveberiya xweser a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, alternatîfeke demokratîk û nenavendî pêşkêş dike ku roleke navendî dide jin û kêmneteweyan; her wiha anî ziman ku piştî qutbûna danûstandinan tundî zêde bûye. Fernandes destnîşan kir ku Kobanê di bin dorpêçê de ye, xetên av, elektrîk û ragihandinê hatine qutkirin û zêdetirî 250 hezar sivîl di bin rîskê de ne; lewma banga vekirina korîdorên mirovî yên lezgîn kir.   Endama Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Annika Strandhäll jî tekez kir ku divê sûcên li Sûriyeyê bê ceza nemînin û diyar kir ku êrişên li ser civakên Durzî û Elewî metirsiya ku kêmnetewe pê re rû bi rû ne bi eşkereyî nîşan dide.   Strandhall anî ziman ku pêvajoyeke pêkan a veguhastina siyasî divê hemû aliyan di nav xwe de bihewîne û di bin çavdêriya navneteweyî de be.   Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk jî di axaftina xwe de diyar kir ku rewşa li Rojava, li dijî angaştên Ewropayê yên mafên mirovan, demokrasî û serweriya hiqûqê dijberiyeke rasterast e. Ozturk got, "Parastina Rojava, parastina şêweyekî jiyanê yê azad, wekhev û demokratîk e."   Georges Louciades ji Koma UEL ya Qibrisê jî anî ziman ku geşedanên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bûne sedema krîzeke cidî ya mirovî û tekez kir ku divê tu piştgiriya darayî an leşkerî nedin komên cîhadî. Louciades hişyarî da ku Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye û êrîşên li ser binesaziya sivîl dikarin bigihîjin asta sûcên şer.   Parlamentera DEM Partiyê Sevilay Çelenk jî êrîşên ku DAÎŞ'ê berê li Ewropa û herêmê pêk anîne bi bîr xist û diyar kir ku Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi berdêlên giran rê li ber vê gefê girtine. Çelenk anî ziman ku bêdengiya îro tê wateya tinehesibandina vê rastiyê.   Endama Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Azadeh Rojhan jî banga rawestandina êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser Kurd û kêmneteweyan, ragihandina agirbesteke lezgîn û ji nû ve destpêkirina pêvajoya diyaloga siyasî kir. Rojhan got, "Bêdengî ne bêalîtî ye, xemsarî ye."