Rêveberiyên Xwecihî bertek nîşanî daxistina pankartê dan 2026-01-31 16:34:11   WAN - Lijneya Jinan a Bajarê Wanê ya Rêbeberiyên Demokratîk ên Xwecihî, ji bo daxistina pankartên ku li ser “Jin Jiyan Azadî” hatibû nivîsandin û bi şaredariyan ve hatibûn daliqandin şermezar bikin li pêşiya Baroya Wanê daxuyanî da.   Şaredariyên Wanê yên DEM Partiyê ji bo balê bikişînin ser jêkirina keziyên şervanek Kurd-YPJê, pankarta ku kezî li serê û nivîsa “Jin Jiyan Azadî” li ser hatibû nivîsandin bi şaredariyan ve daliqandibûn. Di 30'yê Çileyê de polîs çûbûn şaredariyên DEM Partiyê û pankart bi angaşta ku talîmata dozgeriyê heye daxistibûn.   Lijneya Jinan a Bajarê Wanê ya Rêbeberiyên Demokratîk ên Xwecihî, ji bo ku daxistina pankartan şermezar bikin li pêşiya Baroya Wanê daxuyanî da. Hevşaredarên jin yên navçeyên Wanê, nûnerên saziyên jinan û partiyên siyasî yên Wanê û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyanêye de pankarta ku li ser “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi keziyên azad jiyana xwe biparêzin” nivîsandibû hat vekirin.   Berî daxuyaniyê endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Edîbe Babûr axivî. Edîbe Babûr êrişên çeteyên HTŞ'ê û DAIŞ'ê yên li ser jinên Kurd şermezar kir û got: “Em dizanin ev çete piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin. Em li vir dibêjin em ê bi keziyên xwe vê hişmendiya we ya qirêj û dijminê jinan bixeniqînin. Ev pankarta me çima we aciz dike, em van zextên li ser şaredariyên xwe, krîminalîzekirina hevşaredar û şaredariyên xwe qebûl nakin û şermezar dikin. Em ê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a ku azadiya jinan esas digire û pêşkêşî jinên Kurd û hemû jinên cîhanê kiriye li ber xwe bidin, vê paradîgmayê di her qada jiyanê de biparêzin.”   Piştî axaftina Edîbe Babûrê, endama Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Medya Mermît metna daxuyaniya ya bi Tirkî xwend. Medya Mermît bal kişand ser êrişên li dijî şaredariyan û got: “Armanc ew e ku modela rêveberiya herêmî ya demokratîk a bi pêşengiya jinan hatiye pêşxistin lawaz bikin û vîna jinan ji qada giştî dûr bixin. Lê belê têkoşîna bi pêşengiya jinan li Rojava, Kobanê û tevahiya erdnîgariya Kurdan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li heft parzemînan bûye sembola gerdûnî ya têkoşîna azadiyê ya jinan. Îro îtiraza ku em li dijî hemû zîhniyetên ku bedena jinê dikin hedef û zext û tundiyê rewa nîşan didin, bilind dikin parçeyek ji vê têkoşîna gerdûnî ye. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em ê dest ji parastina paradîgmaya azadiya jinan, parastina destkeftiyên jinan û li her qadê berfirehkirina têkoşîna demokratîk bernedin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û bi lêdana çepikan bi dawî bû.