Meclîsa Êzidiyan ji bo Rojava meşiya 2026-01-31 17:51:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê di pêşengtiya Meclîsa Êzidiyan (NAV-YEK) û SMJÊ’yê de bi armanca piştgiriya ji b Rojava meşek hate lidarxistin.   Gelek Kurdisyanî û dostên wan beşdarî meşê bûn û meşê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.   Hevseroka NAV-YEK’ê Sosin Kartal di çalakiyê de axivî û got: ‘’Em weke gelê Êzidî li rex gelê Rojava ne û çalakiyên wê bê navber bidomin.’’   Meşê, li pêşiya Bielefeld Hauptbahnhofê dest pê kir û li Kobanêplatzê bi dawî bû.   Li Kobanêplatzê (Kesselbrink) jî daxuyanî hatin dayîn û melayê Mizgefta Şêx Saîd a li herêmê Mele Abdulloyê Rojavayî ev yek anîn ziman: ‘’Em ji bo ku xwîn neyê rijandin têdikoşin, em alîgirên aşitiyê ne. Em şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin û piştevaniya Rojava dikin.’’   Çalakî, li gel muzîk, sirûd û berzkirina dirûşmeyan berdewam kir û piştre jî li gel ragihandina bi awayekî xurt a peyamên piştevaniya beşdarvanan bi dawî bû.