Peymana HSD-Şamê di rojeva cîhanê de ye 2026-02-01 10:40:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya cîhanê, piştî peymana HSD-Şamê, bal kişand ser bandora peymanê li ser Tirkiyeyê û diyar kir ku çarenûsa serkeftinê bi wê ve girêdayî ye ku mafên Kurdan çawa tên misogerkirin.   Peymana ku di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hat çêkirin, di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt. Çapemeniya navneteweyî destnîşan kir ku serkeftina peymanê bi wê ve girêdayî ye ku mafên Kurdan çawa tên garantîkirin û destnîşan kir ku ev pêvajo dê rasterast bandorê li Tirkiyeyê bike.   New York Timesê diyar kir ku aramiya li Sûriyeyê tenê bi navendparêziyê nayê bidestxistin û divê daxwazên Kurdan ji bo naskirina siyasî, mafên çandî û rêveberiya herêmî bi destura bingehîn werin garantîkirin. Rojnameyê her wiha bang li Enqeryê kir ku qanûna xwe ya ku vegera Kurdên bêçek rêk dixe, derxîne.   The Canaryayê, bal kişand ser piştgiriya Tirkiyeyê ji bo HTŞ'ê û diyar kir ku modela Rojavayê bi rêveberiya bi serokatiya Şara re di nakokiyeke cidî de ye. SRF'ê ya li Swîsreyê û The Amargi bal kişandin ser qurfbariya peymanê û destnîşan kirin ku aştiya mayînde bi pabendbûna aliyan ve girêdayî ye.   Hat gotin ku Rojavayê bandoreke kûr li ser siyaseta Kurdan li herêmê dike û hişyarî hat dayîn ku hilweşîna peymanê dikare bibe sedema aloziyên nû hem li Sûriyeyê û hem jî li herêmê. Her wiha hat destnîşankirin ku çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojavayê li çaraliyê cîhanê zêde dibin, di heman demê de fikarên li ser berdana endamên DAIŞ'ê ji hêla HTŞ'ê ve berdewam dikin.