'Qonaxeke nû ya berxwedanê li Rojava dest pê kir' 2026-02-02 09:04:19   Rojda Aydin-Neslîhan Kardaş     MÊRDÎN – Tevî êrîşên li ser şoreşa jinan û şêwaza jiyana demokratîk a li Rojava jî, peymana ku di navbera QSD û hikûmeta Şamê de hat îmzekirin, deriyê pêvajoyeke nû vekir. Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu destnîşan kir ku ev pêvajo ne dawî ye, lê qonaxek nû ye ku tê de têkoşîna azadiya jinan û berxwedana demokratîk divê bi awayekî rêxistinkirî were berfirehkirin.   Êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê yên ku di 6’ê Çileyê de ji Helebê dest pê kirin ber bi Rojava ve, bi berfirehbûna êrîşên çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê şêwaza jiyana demokratîk a li Rojava hatiye avakirin hedef girtin. Tevî van hemû êrîşan ku rasterast bedena jinan û îradeya gel hedef digirin jî, berxwedana li Rojava dewam dike. Bi îmzekirina peymanekê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta Şamê de jî ev berxwedan derbasî qonaxeke nû bû. Her çend fikar hene dê gelo HTŞ dê pabendî peymanê bibe an na, lê li seranserê Rojava û hemû Rojhilata Navîn de hêviyek nû afirand.   Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Mêrdînê Hatîce Oncu, têkildarî mijarê de axivî.   ‘Destpêka pêvajoyek nû ye’   Hatîce Oncu destnîşan kir ku bi hefteyan e li Rojava û bi taybetî şoreşa jinan a li Rojava bi êrîş û polîtîkayên înkar û tunekirinê yên cidî re rû bi rû ne û wiha got, “Di vê çarçoveya şer de, peymana ku ji bo hemû Gelê Kurd û hemû gelan, ji aliyê rola gelê Kurd di pêvajoya entegresyona demokratîk a Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, xwedî girîngiyeke mezin e. Em vê peymanê wekî berdewamiyek û gaveke pêwîst di bicîhanîna peymana 10’ê Adara 2025’an de dibînin. Ev yek dikare wekî veguherîna Gelê Kurd a ji bo pêvajoyek entegrasyona demokratîk a hevbeş jî were dîtin. Bê guman, ev ne pêvajoyek e ku di rojekê de were qedandin. Ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde, pêdivî bi hemû hêzên têkildar heye ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û gavên berbiçav bavêjin. Em vê peymanê ne wekî ‘dawiya her tiştî’ dibînin, lê wekî pêvajoyek ku divê bi berxwedanê were xurtkirin dibînin. Veguhestina ji bo pêvajoyeke entegrasyona demokratîk berxwedaneke mezintir û rêxistinkirîtir pêwîst dike. Piştî salên şerê li Sûriye, Rojava û Rojhilata Navîn a berfirehtir, ev peyman xalek, destpêkek girîng e ji bo pêkanîna aştiyê û avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha jiyana hevbeş a di navbera gelan de. Lê ev ne dawî ye, destpêka pêvajoyek nû ye.”   ‘Ev peyman bi berxwedanê pêk hat’   Hatîce Oncu bi lêv kir ku ev pêvajo divê bibe pêvajoyeke entegrasyona demokratîk ku ne tenê gelê Kurd, lê hemû gel û hêzên li herêmê mijarên hevpar bin û wiha domand, “Eşkere ye ku ev peyman bi berxwedanê pêk hat. Ji ber ku tiştê îro li Rojava diqewime di heman demê de êrîşek li ser şoreşa jinan e. Ji ber vê yekê, divê jin û hemû gel têkoşîna xwe ya hevbeş ji bo mayîndekirina peymanê xurt bikin. Ev têkoşîn ne tenê bi Sûriyeyê ve sînordar e; divê li her çar parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê xwedî were derketin. Ji perspektîfa têkoşîna jinan ve em dibînin ku şoreşa jinan a li Rojava ji sala 2014’an vir ve bîranînek kolektîf a bihêz afirandiye. Di navbera zîhniyeta wê serdemê û êrîşên îro ên li dijî şoreşa jinan de ti cudahî tune ye; tiştê ku guheriye ev e ku têkoşîn bi baldarî hatiye pêşxistin. Jin tiştan eşkere dikin ji ber ku ew tînin bîra xwe û ji ber ku ew tiştan eşkere dikin, ew hesab dipirsin. Bi saya vê bîra kolektîf a bihêz, xetek têkoşînê ya bêveger hatiye çêkirin û îro, têkoşîna jinan di pêkanîna vê peymanê de roleke diyarker lîstiye.”   ‘Paradîgmaya Abdullah Ocalan hedef tê girtin’   Hatîce Oncu destnîşan kir ku berxwedana jinan a li Rojava ji bo jinên li çaraliyê cîhanê re bûye mînakek berbiçav û wiha pê de çû, “Ji ber ku ger berxwedana jinan li cihekî bişkê, ew ê li her derê birîndar bibe. Ew tiştê ku îro tê hedefgirtin ne tenê jin e; ew manîfestoya civaka demokratîk û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan a Abdullah Ocalan e.  Lawazkirina paradîgmaya rizgariya jinan armanc dike ku pêşî li avakirina civakeke demokratîk bigire. Di civakekê de ku jin azad nebin, behsa jiyaneke demokratîk nayê kirin. Ev paradîgma li Rojava  wekî modelek berbiçav a jiyanê hatiye bicîhanîn. Ev şoreş ku ji aliyê jinan ve bi nexşe hatiye hûnandin, dest pê dike bi keziyên jinan tê hedefgirtin. Di heman demê de zext, darizandin û polîtîkayên şerê taybet ên li dijî têkoşîna li dora dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Tirkiyeyê têne meşandin, nîşan didin ku ev êrîşeke hevbeş e. Armanc paradîgmaya rizgariya jinê ye.”   ‘Şoreşa jinan hîn jî di xetereyeke mezin de ye’   Hatîce Oncu di berfirehiya axaftina xwe de got têkoşîna kolektîf pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xeteke têkoşînê ya hevpar di navbera jinan de li her çar perçeyên Kurdistanê û li çaraliyê cîhanê tê hûnandin. Ev têkoşîn têrê nake, lê bingehek eşkere dike ku pêdivî ye were berfirehkirin. Yek ji destkeftiyên herî girîng ên vê pêvajoyê ew e ku jin, tevî hemû zext û tundiyê baweriya xwe bi hêza xwe tînin. Îmzekirina peymanê nayê wê wateyê ku destkeftiyên jinan bi tevahî têne naskirin. Şoreşa jinan hîn jî di xetereyeke mezin de ye. Ew rastîya ku daxwazên wekî hilweşandina artêşa jinan di civînên berê de hatine raberkirin, bi awayekî zelal nîşan dide ku niyetek heye ku destkeftiyên jinan bên paşguhkirin. Rîsk berdewam dikin; lêbelê, rêxistinbûn û berxwedana jinan jî yek ji serdemên xwe yên herî xurt dijîn.”   ‘Şoreşa jinan a gerdûnî ye’   Hatîce Oncu di dawiya axaftina xwe de got ew vê pêvajoyê ne wek serkeftinekê, lê wek destpêkek nû dibînin ku tê de jin dê di pêvajoya aştî û entegrasyona demokratîk de bibin aktorên sereke û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hişyarî ji bo parastin û berfirehkirina destkeftiyan pir girîng e. Ev dersa herî mezin e ku ji dewleta neteweyî û zihniyeta baviksalar tê girtin; hişyarbûn û têkoşînê bidomînin. Em ji bo pêşeroja têkoşîna azadiya jinan bi hêvî ne. Ew mîrateyek e ku bi jiyan û fedakariyê hatiye hûnandin. Ev xeta berxwedanê ku ji nifşekî bo nifşekî din hatiye veguhastin, îro jî bi pêşengiya jinan mezin dibe. Şoreşa jinan a Rojava ne ezmûnek herêmî ye, lê şoreşek jinan a gerdûnî ye. Şoreşeke jinan a ku gerdûnî bibe, mehkûmî windabûnê nîne.”